Banga Aştiya Rastîn û Çarçoveyeke Siyasî ya Serbixwe ji bo Kurdan
Di Gotareke Rojnameya "Xebat" de Banga Aştiya Rastîn û Çarçoveyeke Siyasî ya Serbixwe ji bo Kurdan
Hewlêr - Kurdistan: Nivîskarê Kurd Hawraman Ali Tawfik di 7ê Îlona 2025ê – di jimareya 7051 a rojnameya Xebat de, gotareke bi sernavê "(Aştiya Rastîn li Rojhilata Navîn û Pirsgirêka Kurd di Navbera Azadî û Demokrasî û Dadmendiya Civakî de)" hate weşandin. Nivîskar Hawraman Ali Tawfik di vê gotarê de tekezî li ser girîngiya pêkvejiyanê wekî çavkaniyek hêzê dike û destnîşan dike ku aştiya rastîn ji rawestandina şer wêdetir e; pêwîstî bi civakeke dadperwer ku azadî, demokrasî û dadmendiya civakî ji bo hemûyan misoger dike, heye.
Aştiya Rastîn û Pirçeşnî û Pircûreyî:
Gotar bi ravekirina têgeha pêkvejiyana di navbera gelan de dest pê dike, ku ev têgeh pirçesniya olî, çandî û neteweyî wekî pêş şertek ji bo avakirina civakên hevseng û geş dibîne. Nivîskar Hawraman Ali Tawfik diyar dike ku pêkvejiyan ne tenê nirxek exlaqî ye, belku bingeha aramî û pêşketinê ye. Li gor gotarê, aştiya rastîn tenê bi avakirina civakek dadperwer ku azadî, demokrasî û dadmendiya civakî ji bo hemî endamên wê garantî dike, tê bidestxistin.
Pirsgirêka Kurd wekî Bingeha Aloziyan:
Nivîskar Ali Tawfik balê dikişîne ser pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û dibêje ku nepejirandina mafên gelê Kurd yek ji sedemên sereke yên berdewamiya pevçûnan e. Hawraman Ali Tawfik tekezî li ser mafên neteweyî, çandî, zimanî û nûnertiya siyasî ya Kurdan kir, wekî bingeha her çareseriyeke dadperwer û aştiyeke domdar li herêmê.
Pêwîstiya bi Çaksazî û Diyalogê:
Di gotarê de tê destnîşankirin ku demokrasî û aştî li ser bingeha zordestiyê nayên avakirin, belku li ser beşdarbûna her kesî di biryardanê de ne. Ji bo welatên mîna Iraqê, çaksaziyên demokratîk pêwîst in ku beşdarbûneke wekhev ji pêkhateyan re, çi bi riya federalîzmê be çi bi sîstemên din, bê misoger kirin. Herwiha pirsgirêkên aborî, newekheviya di dabeşkirina sermayeyê de, û kêmasiya saziyên dijî gendeliyê wekî sedemên negihîştina aramiyê hatine ziman. Nivîskar giringiya diyaloga berfireh di navbera hikûmet û gelan de, bi garantiyên navneteweyî û herêmî re, destnîşan dike.
Banga ji bo Çarçoveyeke Siyasî ya Serbixwe:
Di dawiya gotarê de, nivîskar bi tundî rexne li nêzîkatiyên heyî digire ku pirsgirêka Kurd tenê bi "teorî û gotar û sozên di salonên konferansan" de çareser nakin. Hawraman Ali Tawfik pirs kir ku çawa ji bo Kurdan mafê serxwebûnê ne rewa ye, dema ku "cîhan û sîstema siyasî ya welatan ber bi dewletên neteweyî ve vedigerin".
Nivîskar tekez dike ku aştiya rastîn ji bo Kurdan pêwîstî bi çarçoveyeke siyasî ya serbixwe heye, da ku "ew jî wekî her neteweyek li Rojhilata Navîn azad û serbixwe bijî." Wî Herêma Kurdistanê wek mînakek destnîşan kir ku "îsbat kir ku ew tenê netewe ye ku dikare balansa pêkvejiyanê, azadiyê, demokrasiyê, jiyaneke hêja, avakirin û dewletbûnê ava bike û biparêze." Tevî hemû astengiyan, nivîskar Hawraman Ali Tawfik di gotara xwe de bi hêviyeke mezin bi dawî kiriye û dibêje: "Kurd berevajî hemî pêlan ber bi serkeftin û gihîştina armancên xwe ve gav diavêje."