Nîjadperestên Tirk ji bo çi êrîşî Tobias Huch dikin?

Tobias Huch rojnamevan, nivîskareke çavnetirs û rastgo ye û bûyeran li gor lêkolîn û çavkanî û bi xwe spartina belgeyan karê xwe dike. Li ser torên civakî jî gelek çalake û milyonan xwedevan û bînerên wî hene.

Aug 29, 2025 - 09:33
Aug 29, 2025 - 09:39
Nîjadperestên Tirk ji bo çi êrîşî Tobias Huch dikin?

Tobias Huch rojnamevan, nivîskareke çavnetirs û rastgo ye û bûyeran li gor lêkolîn û çavkanî û bi xwe spartina belgeyan karê xwe dike. Li ser torên civakî jî gelek çalake û milyonan xwedevan û bînerên wî hene. Her wiha ew xebatkarekî dilsoz û xwebeş yê saziyên xêrxwazî û alîkariyên mirovî yê Alman e. Ew li Almanya û bi taybetî li nava civaka Kurdên Almanya de bi piştgirî û parastvanîya xwe ya xurt ya ji bo gelê Kurd pir tê naskirin û hez kirin. Me jî xwest em lêkolînek biçûk li ser kar û xebatên wî bikin û gelê me jî ji nêzîktir ve wî nas bikin.

 

Tobias Huch kî ye?

Tobias Huch rojnamevan, nivîskar û xebatkarekî xwebeş saziyên xêrxwazî û alîkariyên mirovî yê Alman e. Ew bi piştgirî û parêzvanîya xwe ya xurt ji bo gelê Kurd pir tê naskirin. Ew di sala 2018 an de pirtûkek li ser Kurdistanê, dabînkirina alîkariyê ji bo penaberan û bilindkirina hişyariyê li ser pirsgirêkên Kurdan li Rojhilata Navîn pêktê. Navê pirtûka wî "Kurdistan: Wie ein unterdrücktes Volk den Mittleren Osten stabilisiert" (Kurdistan: Çawa gelek bindest Rojhilata Navîn aram dike) Ev pirtûk weke berhemeke bingehîn li ser Kurdistan û gelê Kurd tê dîtin.

Huch di siyaseta ewlehiyê û Rojhilata Navîn de pispor e, bi taybetî li ser karûbarên Kurdî. Wî bi eşkere rexne li raporên medyayê girtiye ku ew weke alîgir an bi motîfên siyasî li dijî Kurdan dihesibîne.

Huch bi çalakî serpêhatî û nêrînên xwe yên siyasî li ser medyaya civakî belge dike, di nav de peyam û wêneyên ji geştên wî yên li Herêma Kurdistanê.

Xebatên Xêrxwazî û Alîkariyên Mirovî

Alîkariya Mirovî: Piştî êrîşên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ser herêmên Kurdî li Iraq û Sûriyeyê, Huch rêxistina alîkariyê Liberale Flüchtlingshilfe e.V. (LIBERAID) damezirand. Wî geştên metirsîdar ji bo herêmê kirin da ku alîkariyên pêwîst bigihîne penaberan.

Belgekirin: Huch platforma xwe ya giştî bikar anî da ku tawanên şer eşkere bike. Wî delîlên hovîtiyên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kirin pêşkêş kir û wêrankirina bajarê Kurdên Xiristiyanan - Nisêbînê belge kir.

Hewldanên Rizgarkirina Êzidiyan: Di navbera salên 2014 û 2017an de, Huch di rizgarkirina bi hezaran Êzidiyan li Iraqê de beşdar bû, ji bo vê xebatê jî xelata "Ring for Humanity" wergirt.

Lobby kirina Siyasî: Digel Encûmena Kurd li Almanya, Huch ji bo tevlîkirina zimanê Kurdî di pergala perwerdehiyê ya Almanî û îmtîhanên ehliyetê de parêzvanî kir da ku alîkariya koçberên nû bike.

Çima nîjadperestên Tirk êrîşî wî dikin?

Nîjadperestên Tirk êrîşî Tobias Huch dikin ji ber pirtûka wî ya nû ya bi navê "KURDISTAN Çawa Gelekî Bindest Rojhilata Navîn Aram Dike" (Kurdistan: Wie ein unterdrücktes Volk den Mittleren Osten stabilisiert). Ev pirtûk li ser gelê Kurd, dîroka wan û têkiliyên siyasî ye.

Ali Ertan Toprak, Serokê Giştî yê Komeleya Kurd li Almanya, dibêje ku neteweperestên Tirk (Gurên Boz) û alîgirên tundrew ên Erdogan, bi nîjadperestiya xwe ya dij-Kurd û reşkirinên xwe, êrîşî Huch û pirtûka wî dikin. Ew hewl didin ku pirtûkê bi nirxandinên sexte yên neyînî li ser Amazon.de reş bikin û li ser înternetê jî li dijî wî helmet û kampanyayên cûda dane destpê kirin. Toprak dibêje ku ev êrîş ne tenê li nivîskar tê kirin, hêman demê de êrîşeke li dijî azadiya ramanê ya mîsogerkiriya li welatê Almanya ye jî.

Bi kurtasî, êrîş ji ber piştgirîya Huch ji bo Kurdan û xebata wî ya ronîkirina û zelalkirina rewşa Kurdan di Rojhilata Navîn de ye, ku ev yek dijî nêrînên nîjadperestên Tirk û rêxistinên wan yê bi navê Gurên Boz de ye.

Komeleya Kurd li Almanya e.V. li hember vê bûyerê çi kiribû?

Di daxuyaniyek de, Komeleya Kurd li Almanya e.V. êrîş û kampanyayên reşkirinê yên bi motîfên nîjadperestî yên li dijî nivîskarê pirtûkê Tobias Huch şermezar kiribû û gotibû: Bi weşana xwe ya nû, "KURDISTAN Çawa Gelekî Bindest Rojhilata Navîn Aram Dike" (Weşanxaneya riva), ew bûye hedefa Tirkên rastgirên tundrew. Di înternetê de û bi rêya nirxandinên neyînî yên sexte li ser Amazon.de, nivîskar û pirtûka wî têne reşkirin.

Tobias Huch, ku endamê Meclîsa Şêwirmendiyê ya Komeleya Kurd li Almanya e.V. jî ye, bi pirtûka xwe berhemeke bibandor li ser gelê Kurd, dîroka wan û têkiliyên siyasî afirandiye.

Serokê Giştî yê Komeleya Kurd li Almanya, Ali Ertan Toprak, bi tirs û xof dibîne ku neteweperwerên Tirk (Gurên Boz) û alîgirên tundrew ên Erdogan, bi nîjadperestiya xwe ya dij-Kurd û reşkirinên xwe, tewra li ber azadiya ramanê ya garantîkirî li Almanya jî rawestin.

Toprak dibêje: "Pirtûka 'KURDISTAN' a Tobias Huch ez di nav berhemên standard ên li ser Rojhilata Nêzîk û Navîn de dihesibînim. Ew berhemeke bawerpêker e ji bo wan kesên ku dixwazin rewşa Rojhilata Nêzîk û Navîn fêm bikin. Ev berhem îsbat dike ku Huch bêguman yek ji baştirîn pisporên Kurdistanê ye."

Komeleya Kurd li Almanya bi kêfxweşî dibîne ku pirtûk hem bûye pirtûkeke pir-firoş (bestseller) û hem jî her kiryarekî pejirandî ew bi nirxandina herî baş nirxandiye. Hemû nirxandinên neyînî yên ku li Amazonê hatine dayîn – bê îstîsna – ji sextekariyê derketine.

Komeleya Kurd li Almanya ji Amazonê daxwaz dike ku ji bo parastina nivîskar û xebata wî ya zanistî rêkar û tedbîrên têr û baştir li ber bigre.

Di dawiyê de hêvî dikîn ku di vê serdema pêşketî de jî dengên rastî û zanistiyên mirovayetiyê kesayetiyên wekî Sokrates, Ismail Beşikci û Tobias Huch zêdetir bibin ku derewên derewkaran li hemû cîhanê eşkere bibin.