IGFM rewşa kampên li Kurdistanê dinirxîne

Rapora Rewşa Niha ya IGFM li Kurdistanê ya meha Tîrmeh/Tebax ê

Aug 29, 2025 - 10:47
IGFM rewşa kampên li Kurdistanê dinirxîne
Kampa Şêxan li Başûrê Kurdistanê

Rojnamevanê Alman Tobias Huch li ser rûpela tora civakiya facebooka xwe de Rapora Rêxistina Civaka Navneteweyî ya ji bo Mafên Mirovan (IGFM) (Internationale Gesellschaft

für Menschenrechte) (IGFM) rewşa niha ya li Kurdistanê belav kiriye û wiha nivîsiye: Tîma me çar hefteyan li herêma Kurdistanê ya xweser bû. Me serdana kampên mîna Dogri, Isyan, Baadre, Kabarto II, Mamraşan, Şerîa kirin, bi rayedaran re axivîn û kêmasiyên ku hebûn ji bo dabînkirinê bi belge kirin.

Her wiha Huch di berdewamiya peyama xwe de nivîsiye: Xêdetirî 200.000 kes hîn jî di kampan de dijîn, di heman demê de alîkariyên navneteweyî jî hatiye kêm kirin, ewlehî di bin gefê de ye (drone, milîs, êrîş) û pir caran fikra vegerê jî kareke bêaqilî dimîne. Armanca sereke ya alîkariyên mirovî yên IGFMê ev e ku ji bo mexdûran ewlehiyek domdar û serbixwe biafirîne. Ji ber vê yekê, di navenda xebatê de qadeke berfireh a projeyên perwerde û rahênanê heye.

Di dawî ya peyama xwe de Tobias Huch nivîsiye: Ev projeyên ji kursên xwendin û nivîsandinê heta dersên piştî - dibistanê, semînerên li ser parastina ji agir û plansazkirina malbatê, kursên ziman û Komputerê PC yê, heta perwerdehiya pîşeyî pêktê.