Neçîrvanê Hemûyan

Neçîrvanê Hemûyan

Oct 25, 2025 - 10:15
Oct 25, 2025 - 10:17
Neçîrvanê Hemûyan
Neçîrvanê Hemûyan

Hoşyar Rojbeyanî

Rêzdar Neçîrvan Barzanî, bi bîr û bawerî Partî ye, bi kirin Kurdistanî ye. Ji bo partiya xwe bangewaziyê dike û di eslê xwe de di xema Kurdistanê de ye.

Xemxwarî û karên wî gihîştiye wê astê ku hefteya borî, Ocalan jê daxwaz dike ku serperiştiya projeya aştiyê li Tirkiyeyê bike û duh Serok Trump ji bo hewldanên wî yên ji bo aştiyê spasî wî dike. Bila behsa Serok Macron û dewletên herêmê û welatên Kendavê û Ewropayê û yên din bimîne.

Li Basrayê silav jê re dişînin û li Bexdayê jê daxwaz dikin ku ji bo wan aştîyê bike.

Serok Neçîrvan Barzanî, ew rûmetek e ku ji bo Kurdan destkeftiyek e, hêz e ji bo ciwanan û piştgirî ye ji bo pîr û kalan, parêzvanê mafên jinan e û hewldana wî ya berdewam ji bo pêkvejiyan û jiyana hevbeş e. Wî bi avakirînê dest pê kir û nûnerên welatan anî Kurdistanê, veberhêneran han da û teşwiq kir ku veberhênanê bikin û piştgirî da xwendekaran da ku baştir bixwînin.

Wî gelek kesayetiyên kurdistanî anîne ser dikê û gelek kes bi alîkariya wî bûne kesayetî û derketine ser dikê.

Dema ku di nava gel de ye, hemû hewldana hezkiriyên wî ew e ku nêzî wî bibin û silav lê bikin. Ew tenê wî hez dikin, hezkirinek li hember karên wî, li hember alîkariyên wî, li hember hewldan û xebatên wî yên berdewam, li hember gihandina peyama Kurdistanê ji welatan re.

Niha ku daxwaza yek mîlyon dengekî ji me dike, pişta wî bi karên wî, bi hezkiriyên wî, bi dengan û bi hewldanên wî, bi partiya wî, bi xizmeta wî, bi avakirin û ewlehiya herêma wî, bi fedakariya gelê wî, pişta wî bi rêbaza pîroz a di bin rêbertiya cenabê Serok Barzanî de ye.

De îcar ber bi yek mîlyon dengekî ve, ber bi bersivdana evîna me hemûyan, cenabê Neçîrvanê hemûyan.