Gundê Hahê ya Bakurê Kurdistanê Li Cîhanê De Bû YEKEM
Gundekî li Bakurê Kurdistanê wek yek ji gundên geştiyarî yên cîhanê hate hilbijartin.

Mêrdîn - Kurdistan: Gundê Hahê yê li parêzgeha Mêrdînê ya li Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Rêxistina Geştiyariyê ya Cîhanî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve, wek yek ji gundên geştiyarî yên herî baş ên cîhanê ji bo sala 2025an hate hilbijartin.
Di merasîmekê de ku li bajarê Huja yê Çînê pêk hat, Rêxistina Geştiyariyê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî lîsteya 52 gundên balkêş ên ji 19 welatên cîhanê weşand, ku ji tevahiya 270 gundên pêşniyazkirî hatibûn hilbijartin. Van gundan hemî xwedî taybetmendî û bedewiyek bêhempa ne, û Gundê Hahê jî yek ji wan gundên hilbijartî ye.
Gundê Hahê yek ji gundên pir xweşik û dîrokî yên Bakurê Kurdistanê ye, ku temenê wê zêdetirî du hezar sal berê vedigere. Gund di nav xwezayeke dilrevîn û balkêş de cih digire. Yek ji taybetmendiyên diyar ên gund, hebûna dêreke navdar e, ku huner û zelqeya xweşik a avahîsaziyê li ser dîwarên wê reng daye û dîmenek balkêş daye gund.
Niha 130 kes li Gundê Hahê dijîn û hemî xiristiyan in. Gund 87 kîlometre ji navenda bajarê Mêrdînê dûr e.
Hilbijartina Gundê Hahê li ser asta cîhanê, wê bandoreke mezin li ser sektora geştiyariyê ya gund û bi giştî herêma Bakurê Kurdistanê bike. Tê çaverêkirin ku di paşerojê de, hezaran geştiyar ji welatên cîhanê serdana vî gundê bedew bikin.