Serok Barzanî ji bo serdana Cizîra Botan hatiye vexwendin
Serok Barzanî ji bo serdana Cizîra Botan hatiye vexwendin
Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkış, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî dê beşdarî 4. Sempozyuma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bibe ku dê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bê lidarxistin.
Sempozyuma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî îro (28ê Mijdarê) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dest pê dike.
Ji Tirkiye û cîhanê gelek mêvan hatine vexwendin sempozyûmê ku dê du rojan bidome.
Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkış, di daxuyaniyekê de, diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî jî yek ji mêvanên vexwendî yên sempozyûmê ye ji Herêma Kurdistanê.
Prof. Dr. Abdurrahim Alkış wiha got:
“Me bi rêya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî vexwend sempozyûmê û bi îhtîmala ji sedî 90 dê were Cizîrê û beşdarî sempozyûmê bibe.”
Alkış herwiha da zanîn ku ji zanîngehên Herêma Kurdistanê jî gelek mamoste û akademîsyen hatine vexwendin sempozyûmê û dê teblîxên xwe pêşkêş bikin.
Alîkarê Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Karaloğlu jî beşdar dibe
Rektor Alkış diyar kir ku mêvanekî din ê sempozyûmê jî Alîkarê Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Mûnîr Karaloğlu ye û gelek kesayetiyên din jî ji akademîsyen bigire heta ronakbîr, ji hunermendan heta rêveberên herêmî, ji parlamenteran heta siyasetmedaran dê di sempozyûmê de amade bin.
Bername dê li Salona Konferansê ya Otêla Dedeman a li Cizîrê bê lidarxistin û beşdar dê di nav du rojan de bi panel, nîqaş û pêşkêşiyan, kesayetiya navdar û helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî, ku di dîroka Kurdan de cihekî girîng digire, binirxînin.