Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî
Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Em bi tundî wê êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li ser kêlgeha Kormorê hate kirin, şermezar dikin. Ev êrîş dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû welatiyan e.
Tevî wê yekê ku berê jî ev cûre êrîşên neheq yên li ser Herêmê gelek caran hatine şermezarkirin, lê tenê şermezarkirin bûye û li hemberî encamderan ti rêkar nehatine girtin û ev êrîş dubare bûne. Dema wê hatiye ku li hember van destdirêjî û êrîşên neheq gavên ciddî û pratîkî bên avêtin, dawî li wan bê anîn û encamderên wan bên cezakirin.
Baregeha Barzanî
27ê Mijdarê, 2025