Şivan Perwer: Karên BCF li Rojava Cihê Şanaziya Hemû Kurdan e

Şivan Perwer: Karên BCF li Rojava Cihê Şanaziya Hemû Kurdan e

Feb 17, 2026 - 17:55
Şivan Perwer: Karên BCF li Rojava Cihê Şanaziya Hemû Kurdan e
Şivan Perwer: Karên BCF li Rojava Cihê Şanaziya Hemû Kurdan e

Şivan Perwer, hunermendê mezin ê Kurd, serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) kir û ji aliyê Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, bi germî hate pêşwazî kirin.

Şivan Perwer, tevî ku destxweşî li serok û karmendên dezgehê kir, ragihand ku ew karên ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê bi cih tîne, cihê şanaziya hemû Kurdan e û peyameke girîng e ji bo yekbûn û yekgirtina gelê Kurd.

Ji aliyê xwe ve Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, xêrhatina Şivan Perwer kir û ragihand ku Şivan Perwer, bi rêya hunera xwe wek balyozekî xuya dike û semboleke diyar a hunerî ya neteweya Kurd e û xizmeteke pir mezin pêşkêşî xebata neteweyî kiriye.