Li Hewlêrê Rêwresma Danasîna Rêça Çiyayê Zagrosê Pêk Hat

Li Hewlêrê Rêwresma Danasîna Rêça Çiyayê Zagrosê Pêk Hat

Oct 13, 2025 - 08:53
Oct 13, 2025 - 08:56
Li Hewlêrê Rêwresma Danasîna Rêça Çiyayê Zagrosê Pêk Hat
Li Hewlêrê Rêwresma Danasîna Rêça Çiyayê Zagrosê Pêk Hat

Hewlêr - Kurdistan: Îro Yekşem, 12ê Cotmeha 2025an êvarî, li Hewlêrê rêwresmek ji bo danasîna "Rêça Çiyayê Zagrosê" hate lidarxistin. Ev rêwresm ji aliyê Rêxistina Rêçên Kurdistanê ji bo Pêşketinê ve hat organîzekirin û bi amadebûna hejmareke mezin ji kesayetiyên payebilind pêk hat.

Di nav beşdaran de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Seroka Desteya Geştûguzariyê Emel Celal, Cîgirê Wezîrê Çand û Hunerê Ariyan Selahedîn, Konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem, herwiha nûnerên rêxistinan û mamostayên zanîngehan amade bûn.

Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw, di axaftineke xwe de li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê, destxweşî li rêxistina navborî kir ji bo vê xebata wan a bi qîmet û ji wan re serkeftin xwest. Wî herwiha destnîşan kir ku Nivîsîngeha Serokê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di vê projeyê de piştgiriya wan kiriye.

Xoşnaw diyar kir ku Hikûmeta Herêmê û Parêzgeha Hewlêrê bi tevahî piştgiriyê didin serxistina xebatên wan û tekez kir ku ev proje û xebat dê di pêşxistina sektora geştûguzariyê de roleke girîng bilîze. Wî anî ziman ku zincîreçiyayên Zagrosê û navê Zagros di bîra mirovê Kurd de cih digirin û çîrokên evînî, herwiha nîşana hebûna gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê ne.

Tê gotin ku Rêça Çiyayê Zagrosê (Zagros Mountain Trail) rêgeheke 215 kîlometre dirêj e li Herêma Kurdistanê. Ew ji gundê Şoş, Akrê dest pê dike û heta beriya Çiyayê Helgurdê diçe. Rêç bi 36 gundan û pênc bajarokan re derbas dibe, di nav de Akrê, Dînarte, Soran, Rewandiz û Çoman, û rêça herî dirêj e li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê.