Ali Kardûxos Gefên Li Ser Rojavayê Kurdistanê Nivîsî
Tehdîdên li Ser Rojavayê û Hevkariya Tirk-Ereb Ji Bo Astengkirina Statuya Kurdan

Atîna - Yunanîstan: Siyasetmedarê Kurd Alî Kardûxos, di şîroveyek xwe ya îro 11’ê Cotmeha 2025’an de, hişyarî da ku eger kesên guhdariya Ocalan dikin li Rojava neyên girtin û gulebarankirin, gelê Rojava bixwe dê ji aliyê Tirkiyê û hêzên "Colanî" ve werin gulebarankirin. Kardûxos îdîa kir ku "Ocalan %100 di bin fermana Tirkiyê de ye" û ev yek ji sala 1999’an ve gav bi gav hatiye rêxistinkirin, bi gavên yekem ên tunekirina gerîlayên li Bakurê Kurdistanê.
Li gorî Kardûxos, armanca sereke niha ew e ku Kurd ji Îsraîlê dûr bikevin û bidin dû hev, û ji bo ku statuyek wan çênebe, hevkariyek di navbera Tirkiye û dewletên Ereb de heye. Wî diyar kir ku têkiliyên dualî bi Îsraîlê re dê bibe sedema bidestxistina statuyek mîna ya Druziyan.
Kardûxos pirsî, gelo rêveberên Rojava "armancek zelal û têgihîştî" destnîşan kirine. Wî anî ziman ku "têl hîn di destê dewleta Tirkiyê de ye, û Tirkiye bi van têlan Ocalan, Ocalan jî Rojavayê rê dide." Ew diyar dike ku ev rêberî "ne bi gotina 'Ho-Ho!' çêdibe, lê gav bi gav bi rêxistineke şaş û siyaseta bêderfet tê kirin."
Di mijara hedefên siyasî de, Kardûxos balê dikşîne li ser daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku "Rojava jî divê mîna me statuyekê bi dest bixe." Wî got, ev "struktûreke Kurdî ya xweser e, ku xwedî meclîs, artêş û hikûmeta xwe be," û Nêçîrvan Barzanî "tiştekî gelekî zelal û diyar got."
Kardûxos herwiha rexne li êrîşên li ser Nêçîrvan Barzanî kir ku bi hîle û bi hinceta "ala Kurdistanê li paş bû" hatin kirin. Wî îdîa kir ku "kes û rûpelên ku heta niha qet ala neteweyî ya Kurdistanê di rûpelên xwe yên facebookê de neweşandine, nivîsên bêaqil nivîsandin ku qey ala li paş bû," û wan "Kurdên ku wan wekî kerî didîtin tevlihev kirin." Hin kes jî ev yek bi rastî kirin meseleyeke şerefê û "ketin xefka Tirkiyê."
Kardûxos got, dewleta Tirkiyê "ji ber ku bêastiya Kurdan dizane," li şûna ku bersiv bide pirsên "di her hevdîtinê de çi hat gotin, mijar çi bû, çima hevdîtin çêbû? Çi dê bibe?" mijarê "dide ser nîqaşa alê." Wî diyar kir ku "çend sal in piştî her hevdîtinê, Tirkiye van mirovan bi hêsanî nêçîr dike."
Di dawiya şîroveya xwe de, Alî Kardûxos destnîşan kir ku Nêçîrvan Barzanî "dîplomatekî mêvan e, Serokkomareke biyanî ye ku serdanê dike." Wî got, "yê ku masê amade dike jî Tirkiye ye," û Barzanî "nikare bibêje ala Kurdî li ser masê heye lê hinekî wê biguherîne." Wî rexne li kesên ku "serdaneke dîplomatîk bi serdaneke malê ya li gund tevlihev kirin" kir.