Vekirina Parka Serhildanê De Daxwazê Ji Dihokiyan Kir

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê Vekirina Parka Serhildanê De Daxwazek ji Xelkê Dihokê Kir

Sep 20, 2025 - 21:24
Vekirina Parka Serhildanê De Daxwazê Ji Dihokiyan Kir
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê

Dihok - Kurdistan: Di gotara vekirina Parka Serhildanê de, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku di van du rojan de wî dîmenek nebaş dît, ew jî qirêjbûna jîngehê bi zibil û paşmayiyan li kêleka rêyan û cihên geştyarî. Ji ber vê yekê, daxwaz ji rayedarên rêveberiya Dihokê dike ku yên jîngehê qirêj dikin, werin sizakirin.

Roja Şemiyê, Serokwezîrê Kurdistanê Parka Serhildanê li Dihokê vekir. Park li ser rûberek 122 hezar metire çargoşe hatiye çêkirin. Biryar bû ku di sê salan de temam bibe, lê di kêmtirî salek û sê mehan de hate qedandin.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê got, "Di van du rojan de min serdana gelek cihên geştyarî li Dihokê kir, welatekî me yê pir xweşik heye, lê mixabin tişta ku min wekî dîmenek nebaş dît, avêtina zibil û paşmayiyan li ser rêyan e, ku ev yek bi çanda me re nagunce."

Serokwezîr daxwaz ji xelkê dike ku jîngeha welatê me biparêzin, ji ber ku welatê me mala me ye. Herwiha daxwaz ji rayedarên rêveberiya herêmê dike ku her kesê jîngehê qirêj bike, divê were cezakirin.