Veberhênerên Herêma Kurdistanê Alîkariya Rojavayê Kurdistanê Dikin

Veberhênerên Herêma Kurdistanê Alîkariya Rojavayê Kurdistanê Dikin

Jan 26, 2026 - 18:11
Veberhênerên Herêma Kurdistanê Alîkariya Rojavayê Kurdistanê Dikin
Veberhênerên Herêma Kurdistanê Alîkariya Rojavayê Kurdistanê Dikin

Veberhênerên Herêma Kurdistanê li her çar parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê, 700 milyon dînaran weke alîkariya mirovî ji bo alîkariya mexdûrên Rojavayê Kurdistanê terxan kirin, ku biryar e weke qonaxa yekem ji bo dabînkirina pêdiviyên lojîstîk û mirovî bê bikaranîn.

Di civîneke çapemeniyê de, Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ev hewldan beşek ji wê kempeyna mirovî ya berfireh e ku xelk, hikûmet û saziyên cuda yên Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina mexdûrên Rojava dest pê kirine. Herwiha destnîşan kir ku 700 milyon dînar ji aliyê sermayedar û veberhêneran ve hatiye komkirin û radestî Desteya Veberhênanê hatiye kirin da ku pêdiviyên pêwîst pê bêne kirîn û ji bo herêmên ziyanlêketî bêne şandin.

Serokê Desteya Veberhênanê tekez kir ku ev alîkarî weke qonaxa yekem tên şandin û hevrêzî tê kirin da ku di zûtirîn dem de bigihê destê wan welatiyan ku ji ber rewşa dawî rastî karesat û qeyraneke mirovî hatine.

Ev pêngava veberhênerên Kurdistanê di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve ji ber şerê nexwestî û pevçûnên çekdarî yên li Rojavayê Kurdistanê, qeyraneke mirovî ya kûr çêbûye û niştecihên herêmê gelekî pêwîstiya wan bi xorek, derman û pêdiviyên lojîstîk heye, ku ev yek jî kiriye aliyên cuda yên Herêma Kurdistanê bikevin rewşa amadebaşiyê ji bo kêmkirina barê ser milên welatiyên wê herêmê.