Serok Barzanî û Barrack behsa gihandina alîkariyên Kobanê kirin

Serok Barzanî û Barrack behsa gihandina alîkariyên Kobanê kirin

Jan 27, 2026 - 00:10
Serok Barzanî û Barrack behsa gihandina alîkariyên Kobanê kirin
Serok Barzanî û Barrack behsa gihandina alîkariyên Kobanê kirin

Naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê.

Êvariya roja duşemê, 26.01.2026an de, peywendiyeke telefonî di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyeyê de hate encam dan.

Di peywendiya telefonî de, rewş û pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û yên Sûriyeyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamî û parastina agirbesta ku di navbera HSDê û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de heye, kirin. Herwiha bal kişandin li ser girîngiya mijara gihandina alîkariyên mirovî bo Rojava û bi taybetî Kobanê û piştrastkirina berdewamiya gihandina wan alîkariyan.