Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin

Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin

Jan 20, 2026 - 18:36
Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin
Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Ji Ber Pevçûnên li Sûriyê Dilgiraniya Xwe Anî Ziman û Banga Agirbestê Kir û got: Divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyê parastî bin û di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro, 20ê Çileya Paşîn a 2026an, daxuyaniyek belav kir û tê de dilgiraniya xwe ya mezin ji ber berdewamiya pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera hêzên Artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anî ziman.

Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku "berdewamiya şer û pevçûnan metirsiyeke ciddî li ser aramî û ewlehiya Sûriyê û herêmê bi giştî çêdike û metirsiya vejîna DAIŞê careke din tîne holê."

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka derketina aloziyan ve, Herêma Kurdistanê bi berdewamî di pêwendiyê de ye ligel aliyên herêmî û navneteweyî ji bo rawestandina şer û pevçûnan. Serok Barzanî dubare kir ku "şer û rûbirûbûnên leşkerî tu pirsgirêkan çareser nakin û rewşê aloztir dikin," û destnîşan kir ku divê rêya diyalog û lihevkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane were girtin.

Nêçîrvan Barzanî ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz kir ku erka xwe ya parastina ewlehiyê û rêgirtina li vejîna DAIŞê pêk bîne. Herweha amaje bi amadebûna Herêma Kurdistanê kir ku "hemû alîkarî û piştgiriyê pêşkêş bike bi mebesta rawestandina şer û gihîştina agirbest û lihevkirinekê."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku "divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyê parastî bin û di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin."

Daxuyaniyek Ji Serokê Herêma Kurdistanê

Em li Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyeke mezin ve li berdewamiya pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera hêzên Artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dinêrin. Berdewamiya şer û pevçûnan metirsiyeke ciddî li ser aramî û ewlehiya Sûriyê û herêmê bi giştî çêdike û metirsiya vejîna DAIŞê careke din tîne holê.

Ji destpêka derketina aloziyan ve em bi berdewamî di peywendiyê de ne ligel aliyên herêmî û navneteweyî ji bo rawestandina şer û pevçûnan û girtina rêya diyalog û lihevkirinê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane. Em dubare dikin ku şer û rûbirûbûnên leşkerî tu pirsgirêkan çareser nakin û rewşê aloztir dikin.

Em ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dikin ku erka xwe ya parastina ewlehiyê û rêgirtina li vejîna DAIŞê pêk bîne, herweha em dubare dikin ku em amade ne ku hemû alîkarî û piştgiriyê pêşkêş bikin bi mebesta rawestandina şer û gihîştina agirbest û lihevkirinekê. Em tekez dikin ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyê parastî bin û di destûra Sûriyeya paşerojê de bêne mîsogerkirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.01.2026