Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî

Jan 20, 2026 - 19:43
Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî
Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Em bi dilgiraniyeke mezin û bi baldarî pêşketin û bûyerên dawîn ên li Sûriye û Rojava dişopînin. Di vê rewşa hestiyar de, pêwîst e hemû alî bi berpirsiyarî û dûrî hestan tevbigerin û nehêlin ku ziyan bigihîje xwûşk û birayên me yên li Rojava, ku ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Me hemû hewlên xwe dane û em berdewam in ku xwûşk û birayên me yên li Rojava rûbirûyî karesat û tengasiyan nebin. Ji aliyekî din ve, di vê rewşa aloz a ku derketiye holê de, metirsiya serhildana DAÎŞ û terorê jî heye ku ev bi xwe gefeke pir ciddî ye li ser ewlehî û asayîşa herêmê.

Li vir da, em bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û demildest aloziyan, şer û pevçûnan rawestînin, agirbesteke giştî bê ragihandin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.

Mesûd Barzanî
20.01.2026