Barzanî: Pêwîst e maf û rûmeta gelê Kurd bê parastin.

Barzanî: Pêwîst e maf û rûmeta gelê Kurd bê parastin.

Jan 21, 2026 - 10:27
Barzanî: Pêwîst e maf û rûmeta gelê Kurd bê parastin.
Barzanî: Pêwîst e maf û rûmeta gelê Kurd bê parastin.

Naveroka peywendiya telefoniya doh ya di navbera Serok Barzanî û Ehmed El-Şer'a

Êvara roja sêşemiyê, 20.01.2026an, Serok Mesûd Barzanî, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Ehmed El-Şer'a, Serokê Sûriyê, wergirt.

Di vê peywendiya telefoniyê de, Serok Şer'a, li gel ku balkişand li ser pêşhatên dawî yên Sûriyê, herwiha diyar kir ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk re gihîştiye rêkeftinekê.

Her di vê peywendiyê de, Serok Barzanî tekez kir ku em bi aştiyê re ne û pêwîst e maf û rûmeta gelê Kurd bê parastin.