Kurdistan û Tirkiye asta peywendiyên xwe bilind nirxandin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Şandeke Tirkî Tekezî li ser Pêşxistina Peywendiyan Kirin
Îro sêşema 02.09.2025 danê sibehê, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li birêz Balyoz Alî Riza Guney, Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Iraq û Îranê li Wezareta Derve ya Tirkiyeyê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Tirkiyeyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û hilbijartinên dahatû yên Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan asta peywendiyên xwe bilind nirxandin û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên curbicur de kirin.
Rewşa ewlehiyê ya herêmê û pêşhatên dawî yên Sûriyê û Rojhilata Navîn û bandor û encamên wan, digel çend pirsên din ên girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê jî amade bû.