Barzanî Ji Bo Koça Dawî ya Mehmet Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Belav Kir

Barzanî Ji Bo Koça Dawî ya Mehmet Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Belav Kir

Feb 9, 2026 - 20:40
Barzanî Ji Bo Koça Dawî ya Mehmet Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Belav Kir
Barzanî Ji Bo Koça Dawî ya Mehmet Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Belav Kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Koça Dawî ya Mehmet Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Belav Kir

Hewlêr – Kurdistan: Îro 09.02.2026 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê belav kir. Barzanî, ku peyama xwe li ser tora civakî ya X weşand, sersaxiyê ji malbata Bozarslan û hemû rewşenbîrên Kurdistanê re xwest.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî got, "Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Canê wî şa be."

Barzanî herwiha destnîşan kir ku Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî lîstiye. Wî tekez kir ku şopa Bozarslan dê her tim di bîra Kurdan de zindî bimîne.

Mehmet Emîn Bozarslan wek yek ji kesayetiyên girîng ên edebiyat û lêkolînên Kurdî dihat naskirin û xebatên wî yên ji bo zimanê Kurdî xwedî cihekî taybet bûn.

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî wiha ye: 

Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Canê wî şa be.

Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî lîst. Şopa wî dê her tim di bîra me de zindî bimîne.