Şîrîn: Berî ku enerjiya we biqede, bikevin rê!
Jineke Kurd a Ciwan, Şîrîn, Bi VLOGên Kurdî Cîhanê Digere û Ciwanan Han Dide

Hewlêr - Kurdistan: Şîrîn Sexlem, jineke ciwan a Kurd a ji Mêrdînê, ku xwendina xwe ya Hunerên Bedew qedandiye û niha di Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de xwendina masterê didomîne, niha li Srî Lankayê ye û ew bi vloggeriya rêwîtiyê û hunera dîjîtal a serbixwe re mijûl e. Şîrîn bi vîdeoyên xwe yên rêwîtiyê yên bi Kurmancî, balê dikişîne ser xwe û ciwanên Kurd han dide ku xewnên xwe bişopînin.
Şîrîn, ku sala 1998 an li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, ev du meh in ku bi mêrê xwe Serhildan re li Srî Lanka, welateke biçûk a li Başûrê Asyayê, dijî. Cûdahiya rêwîtiyên wan ew e ku ew naxwazin her hefte li welatekî din bin; belku armanca wan ew e ku li her welatekî ku serdana wê dikin 3-4 mehan bimînin û mîna welatiyên wê welatî bijîn. Ev nêzîkatiya wan dihêle ku ew bi kûrahî çand û jiyana herêmî biceribînin.
Motîvasyona herî mezin a Şîrîn di vê pêvajoyê de, piştgiriya erênî ya kesên ku ew serpêhatiyên xwe bi wan re li ser medyaya civakî parve dike, û nîşandana cîhanê ji Kurdan re bi zimanê wan e.
Armancên wan ên pêşerojê ew in ku bêtir welatan bigerin, bêtir çand û mirovan nas bikin û van serpêhatiyan bi bêtir kesan, nemaze Kurdan, li ser YouTube ê parve bikin.
Şîrîn ji ciwanên Kurd re peyamek taybetî dişîne û dibêje: "Hûn motîvasyona xwe ya herî mezin in. Min gera xwe ya cîhanê dema ku ez 25 salî bûm û bi kêmtirîn imkanên darayî dest pê kir, û niha min meha xwe ya duyemîn qedandiye û ji bo sê mehên pêş de jî plana min a rêwîtiyê heye. Her tişt bi bilêteke balafirê ve girêdayî ye. Ji ber ku li cîhanê welatên ecêb hene ku hûn dikarin bê vîze serdana wan bikin. Berî ku enerjiya we biqede, bikevin rê!"
Şîrîn ji bo her pirseke ku dê jê were kirin, amade ye ku alîkariyê bike. Hûn dikarin vîdeoyên wê yên rêwîtiyê li ser qenala wê ya YouTubeê @sirinsaxlam bişopînin û li ser Instagramê @sirin.saxlamm bi wê re têkiliyê daynin.