Ez ji we dixwazim ku hûn berdewam bin
Peyama Serok Barzanî Ji Bo 62emîn Salvegera Damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê

Selaheddîn - Kurdistan: Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 62emîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya radyoyê di gihandina dengê şoreşê û parastina nirxên neteweyî de.
Peyama Serok Barzanî wisa ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Rêveber û Karmendên Radyoya Dengê Kurdistanê,
Bi boneya 62emîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê, ez pîrozbahiyên germ li we yên hêja, cemawer, alîgirên Partiyê û xelkê Kurdistanê dikim.
Damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê di wan rojên zehmet û bi rûmet de, gaveke girîng bû di gihandina dengê şoreşê, nûçeyên lehengî û destanên Pêşmergeyan ji xelkê berxwedêr ê seranserê Kurdistanê re. Her wiha rêyeke nûjen bû ji bo gihandina peyama mezlûmiyeta gelê Kurdistanê û doza wî ya rewa ji raya giştî ya Iraq, herêmê û cîhanê re.
Her di vê boneyê de, ez spasiya hemû wan xebatkar û têkoşeran dikim ku rola wan di berdewamî û zindîhiştina dengê wêrek ê Radyoya Dengê Kurdistanê de hebûye. Ez ji we dixwazim ku hûn berdewam bin di karê medyaya rastgo û bi rûmet de, û bi nirxên neteweyî, niştimanî û mirovî ve girêdayî bimînin, û berdewamiyê bidin wan rêyên azad, şoreşger û demokratîk ku ew radyo ji bo wan hatiye damezrandin.
Her serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
27ê Îlona 2025