Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsûlê Rûsyayê li Hewlêrê kir

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsûlê Rûsyayê li Hewlêrê kir

Apr 16, 2026 - 17:52
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsûlê Rûsyayê li Hewlêrê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsûlê Rûsyayê li Hewlêrê kir

Roja pêncşemî, 16ê Nîsana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Maksîm Robîn, Konsûlê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, Konsûlê Giştî yê Rûsyayê, tekez li ser peywendiyên kûr, stratejîk û demdirêj ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de, û pesnê helwesta hevseng a Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê da kir û ragihand ku Rûsya girîngiyeke mezin dide kiyan û bandora Serok Barzanî û hêvî kir ku peywendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de zêdetir geş bibin. Herwiha, nêrîna welatê xwe derbarê guherîn û bûyerên herêmê de anî ziman û destnîşan kir ku Rûsya dixwaze nêrîna Serok Barzanî derbarê bûyer û pêşhatên herêmê de bizane.

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve, tekez li ser kûrkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir. Herwiha, bal kişand li ser pêşhat û guherînên dawî yên li herêmê û ragihand ku Herêma Kurdistanê qet li gel şer û alozî nebûye û bawer dike ku ti pirsgirêk bi rêya şer û nakokiya leşkerî nayê çareserkirin û divê pirsgirêk bi rêya danûstandin û dîplomasiyê bêne çareserkirin. Herwiha, Herêma Kurdistanê qet beşek ji wan şer û pevçûnên li herêmê nîne û nabe û piştgirî nedaye tu liv û tevgerên leşkerî û şer li herêmê. Lê mixabin, ligel vê helwesta zelal û eşkere jî, neheqîyeke zêde li ser Herêmê hatiye kirin û ji ber êrîşên berfireh ên mûşekî û dronan, hejmarek welatiyên Herêmê şehîd û birîndar bûne.

Derbarê pirsa parêzgeha Kerkûkê de, Serok Barzanî tekez kir ku em bawer dikin ku divê Kerkûk bibe bajarek ku mînaka pêkvejiyan û biratîya pêkhateyan be û Partî (PDK) herdem li gel mafê hemî pêkhatan bûye û gelek caran ji bo pêkhatan û xelkên din ji mafê xwe xweş bûye û qurbanî bi destkeftên xwe daye. Serok Barzanî herwiha dubare kir ku bi ti awayî em li gel wê yekê nînin ku bi rêya berdewamkirina bi sefaqeyên gumanbar ên Hotel Reşîd, bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenûsa Kerkûkîyan were lîstin.