Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Civata Nûneran re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Civata Nûneran re civiya
Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Heybet El-Helbûsî, Serokê Civata Nûneran a Iraqa Federe re civiya.
Di civînê de, rewşa siyasî û yasayî ya welat û rola saziya yasadanînê ya piştevaniya aramiyê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya hevfêmkirina navbera hêzên siyasî û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kirin ji bo derbaskirina astengiyan, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî ya welat bike.
Herdu alî hevbawer bûn ku pêwîst e qonaxa bêt li ser bingeha hevparîya rastîn be û karkirin ji bo erêkirina wan yasayên ku nîştimanî ne û mafên destûrî yên hemû pêkhateyan diparêzin, ji karên pêşîn ên parlemento û hikûmetê bin. Hevdem tekezî li ser pêwîstiya yekxistina dîtinan hate kirin ji bo çareserkirina probleman li ser bingeha destûrê û parastina mafên welatiyan.
Rewşa navçeyê û bandor û encamên wê, beşek din a civînê bû. Tê de tekezî li ser parastina aramî û tenahî û berjewendiyên bilind ên Iraqê û tevlînebûna aloziyan hate kirin.