Serok Barzanî: Eger wekî 2014 derfet hebûya min ê niha hêz bişanda Kobanê
Serok Barzanî: Eger wekî 2014 derfet hebûya min ê niha hêz bişanda Kobanê
Serok Barzanî di civîneke çapemeniyê de li Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê, diyar kir ku Îtalya her dem helwesteke gelek dostane li hemberî gelê Kurdistanê hebûye.
Îro înê, 23ê Çileya Paşîn a 2026an, Serok Barzanî di civîneke çapemeniyê de got: "Papayê Pîroz û Wezîrê Karên Derve û Berevaniyê gelek bi Kurdan re hevxem in. Papayê Pîroz ji rewşa Kurdistanê gelek bi fikar bû û soz da ku dema bê Iraqê, dê were Kurdistanê jî."
Serok Barzanî dûpat kir ku wezîrên karên derve û berevaniyê yên Îtalyayê tekez kirine ku ew dê berdewam bikin di piştgiriya Kurdistanê û Pêşmerge de. Herwiha, got ku ew ê çi ji destê wan bê, bi dostên xwe yên li Ewropayê û Amerîkayê re hewl bidin ku piştgiriya gelê Kurdistanê bikin, bi taybetî di vê rewşa aloz a li Rojavayê Kurdistanê de.
Serok Barzanî got: "Peyama min ji bo medyakarên Kurdistanê ew e ku berevaniyê li mafên gelê Kurd bikin, lê bi tu awayî piştgiriyê nedin tundûtûjiyê, piştgiriyê nedin ku bibe şerê Kurd û neteweyeke din, bi taybetî ya ku niha li Sûriyê diqewime ku Ereb in, ji ber ku şerê du neteweyan karesat e û nabe Kurd ber bi wê ve biçin. Ji ber vê yekê, rola medyakar divê rolek erênî be û piştgirî li Kurdan were kirin, piştgirî li mafên Kurdan were kirin, û nabe bibin riyeke hêsankar ji bo şerê du neteweyan."
Derbarê rewşa aloz a Rojavayê Kurdistanê de jî, Serok Barzanî got: "Çêbûna aloziyan û tevliheviyên Rojavayê Kurdistanê gelek hûrgilî hene, lê nabe ku em hemû hûrgiliyan vebêjin. Hema ku şer li Helebê dest pê kir, min peyamek ji Ehmed Şerî' re, ku niha serokê Sûriyê ye, bi rêya dostekî Ereb ê wan re şand û min got ku şerê di navbera du hêzên siyasî de divê çareser bibe, lê bi tu awayî nayê qebûlkirin ku êrîşî Kurdan bê kirin, ji ber ku ev dê encamên pir xeternak hebe û divê hişyar bin. Ji ber vê yekê, wî xwest ku bi telefonê bi min re biaxive. Min jî bi telefonê bi wî re axivî û wî dûpat kir ku ev nabe û ev pirsek ne gengaz e û ew rê nadin vî şerî. Piştî wê, Tom Barak telefonî min kir û got: 'Ez dixwazim bêm Hewlêrê û Mezlûm Ebdî jî bi min re be.' Min jî got 'ser çavan'. Ji ber vê yekê ew hatin."
Serok Barzanî dibêje: "Em di civînê de bûn ku peyam li pey peyam dihatin û nîşan didan ku şer dîsa dest pê kiriye."
Serok Barzanî dibêje: "Bi xwe şer, hêzên eşîrên Ereb bûn ku bi Beşar Esed re bûn, piştre dema DAIŞ hat, ew çûn cem DAIŞ’ê, dema DAIŞ nema, ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re têkildar bûn. Niha ku hêzên artêşa Sûriyê hatine, wan dîsa dilsoziya xwe guhertin, herêm radestî Şamê kirin. Şer bi vî rengî bû, ne ku şerekî wiha nebû. Serok Barzanî got: 'Min ji mêj ve ji Mezlûm û hevalên xwe yên din re gotiye, çareseriyekê bibînin, ew deverên Erebî dibe ku bibin pirsgirêk ji we re.'"
Serok Barzanî got: "Niha ew deverên Kurdî yên ku mane, hemû hewlên me ji bo wê ne ku ew dever bimînin û werin parastin, mafên gelê me li wir bi her awayî, werin parastin bi vî awayî ku ew bi xwe li ser lihev dikin."
Serok Barzanî eşkere kir ku duh civîneke din di navbera Mezlûm Ebdî û Tom Barak û Fermandarê CENTCOM de li Hewlêrê pêk hatiye, li ser agirbestê li hev kirine, hin gavên baş hatine avêtin, hêvîdar e ku ew agirbest dirêj bike û bigihîjin encamek ku di berjewendiya hemû aliyan de be, ji ber ku şer di berjewendiya tu kesî de nîne. Herwiha, got ku kiryar şert e, axaftin û xwe nîşandan û muzayedat pêwîst nake.
Derbarê metirsiyên DAIŞ’ê de, Serok Barzanî eşkere kir ku metirsiya DAIŞ’ê gelek zêde ye û DAIŞ neqediyaye, rewşa ku niha li Sûriyê çêbûye, ji bo DAIŞ’ê derfeteke zêrîn çêkiriye, hîn agahiyên rast nîne ku çend ji wan DAIŞ’iyan reviyane, lê agahî hene û em dizanin ku hejmareke mezin reviyane, ji ber vê yekê ev metirsiyeke gelek mezin e.
Serok Barzanî da zanîn ku di navbera Amerîkî û Iraqê de lihevkirinek çêbûye ku ew DAIŞ’iyên ku li Sûriyê mane, werin şandin Iraqê û li wir werin zîndankirin. Serok Barzanî dibêje: "Eger ev were kirin baş e, lê tu agahiyek nîne ku dê çawa be."
Serok Barzanî got: "Dil û derûnîya me bi xûşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê re ye û ev ne navber e, min tu carî bawerî bi şer neaniye, min şer jî hez nekiriye, lê heke bigihîje wê astê ku êrîşî Kurdan bê kirin, wê demê em ji bo her tiştî amade ne. Em naxwazin bigihîje wê astê, heya ku gengaz be divê bi zimanê lihevkirinê û bi aştiyê were çareserkirin, divê bi vî rengî be, lê heke bernameyek hebû ku êrîşî Kurdan bê kirin û Kurd li herêmê nemînin, wê demê em hemû yek in."
Derbarê helwesta Amerîka û welatan de, Serok Barzanî ji rojnamevanan re got: "Biryar, biryara Amerîkayê ye, ew biryar didin ku encam dê çawa be û biryar didin ku hemû alî çawa tevbigerin."
Derbarê Îtalyayê de jî, Serok Barzanî got: "Îtalya bi gelê Kurd û mafên gelê Kurd re ye û li dijî zordariyê ye, li dijî êrîşkirina li ser mafên gelê Kurd e." Herwiha dibêje: "Îtalya Amerîka û NATO teşwîq kiriye ku berevaniyê li mafên Kurdan bikin." Digel vê yekê, "Îtalya bi çareseriya aştiyane re ye, hemû bi çareseriya aştiyane re ne."
Serok Barzanî eşkere kir ku digel vê rewşê, çend alî derketine û dixwazin rewşê bi tevahî têk bidin, dixwazin fitneyekê çêbikin ku piştre nikaribe were kontrolkirin. Rewş bi tevahî amade ye ku ji aliyê her aliyekî ve fitneyek çêbibe.
Derbarê dorpêçkirina Kobanî de, Serok Barzanî got: "Çi ji destê min bê ji bo Kobanî, ez ê bikim. Eger derfeta min hebûya mîna sala 2014an, niha min dê hêz şandiba Kobanî, lê ew derfeta ku wê demê hebû, niha nîne. Lê Kobanî di çarçoveya wan deveran de ye ku deverên Kurdî ne û nabe dest lê bê kirin. Ev ew e ku li ser hatiye axaftin û li ser hatiye lihevkirin. Em li ser wê dimeşin. Ji roja yekem ve min ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwest ku bi hemû hêza xwe biçin alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin. Spas ji Xwedê re ku karîne roleke baş bibînin."