Salane 22 milyon dolarên Kurdistanê ji bo kirîna şitil û daran diçin derve.

Helkewt Ebdulrehman dibêje: "Salane 22 milyon dolarên Kurdistanê ji bo kirîna şitil û darên xemilandinê diçin derve.

Aug 20, 2025 - 14:02
Salane 22 milyon dolarên Kurdistanê ji bo kirîna şitil û daran diçin derve.
Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê

Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 30 şitilgehan e; 14 ji bo xemilandin û sihê ne û 16 jî ji bo rez û baxevaniyê ne

Salane, kampanyayên çandina şitlan têne li darxistin; rola şitilgehên hikûmetê di van kampanyayan de çi ye?
Me'rûf Mecîd, Serokê Rêxistina Ayînde ji bo Parastina Jîngehê, bi taybetî ji "Rojnameya Hewlêr"ê re got: "Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 30 şitilgehan e; 14 ji wan ji bo xemilandin û siyê ne û 16 jî ji bo rez û baxevaniyê ne. Lê belê, ev hejmar nikare daxwaza navxweyî pêk bîne û anîna şitil û gulan ji derveyî Herêmê berdewam e."

Li gorî çend belgeyên ku ji Husên Hemekerîm, Rêveberê Giştî yê berê yê Daristan û Zeviyan ê Wezareta Çandiniyê, hatine bidestxistin, parêzgehên Herêmê di sala 2009'an de tenê xwedî 13 şitilgehên daristanan bûn, ku taybet bûn bi berhemanîna şitilên daristanan. Zêdetirî 60 cure şitil dihatin berhemanîn. Beşek ji van şitilan di nav projeyên daristanan de dihatin çandin û beşek din li ser fermangehên fermî yên Hikûmeta Herêmê û rêxistinên civaka sivîl ên ku di warê çandina şitilan û jîngehê de çalak bûn, dihatin belavkirin. Hejmareke din li ser cotkar û xwediyên projeyên çandiniyê dihatin belavkirin û hejmareke mezin jî bi mebesta piştgirîkirina cotkar û welatiyan û handana wan ji bo çandina şitilan, zêdekirina qada keskatiyê û beşdariya wan di avakirina Herêmê de, bêpere dihatin belavkirin.

Ji sala 2009'an heta 2013'an berhemanîna şitilan li ser asta parêzgehan bi vî rengî bû:

Giştî: 12 milyon û 292 hezar û 798 şitil.
Hejmara şitilên ku bêpere li ser fermangehên fermî, rêxistinên civaka sivîl û welatiyan hatine belavkirin: 6 milyon û 308 hezar û 148 şitil.
Tiştê ku hêjayî gotinê ye, tenê di nav 4 salan de zêdetirî 6 milyon şitil bêpere hatine belavkirin. Gelo şopandina van şitilan hatiye kirin an na, di demekê de ku hejmara nifûsa Herêma Kurdistanê di wê demê de bi qasî şitilên hatine belavkirin nebû.

Li gorî amarên Wezareta Plansaziyê ya Iraqê, hejmara nifûsê li Iraqê di sala 2003'an de 25 milyon û 627 hezar û 362 kes bû, ji vê hejmarê 4 milyon û 864 hezar û 241 kes li Herêma Kurdistanê bûn. Lê di dawiya sala 2017'an de hejmara nifûsê li Iraqê bûye 37 milyon û 139 hezar û 519 kes, ku ji vê hejmarê 5 milyon û 755 hezar û 43 kes li Herêma Kurdistanê ne.

Kampanyaya Çandina 2 Milyon Şitilan

Kapasîteya Şitilgehên Hikûmetê ji bo Pêkanîna Daxwaza Navxweyî

Di destpêka avakirina şitilgehan de di dawiya salên nohdî de ji aliyê Rêxistina FAO ve, şitilgeh li gorî erdnîgariya Kurdistanê hatin dabeşkirin. Li gorî gotina Husên Hemekerîm, Rêveberê Giştî yê berê yê Baxçevanî, Daristan û Zeviyan li Wezareta Çandiniyê, di wê demê de şitilgehên hikûmetê ji bo bajar û bajarokan pêwîst bûn ji ber ku şitilgehên taybet tunebûn. Lê niha ji ber zêdebûna şitilgehên taybet, ew şêwazê ku me berê difikirî guheriye. "Ez bi xwe xwediyê wê fikrê bûm ku beşek ji şitilgehên hikûmetê bidin sektora taybet, lê di bin çavdêriya wezaretê de û li gorî komek mercan, ji ber ku niha şitilgehên hikûmetê ti budce û pereyek diyarkirî nînin."

Helkewt Ebdulrehman, Rêveberê Giştî yê Baxçevanî, Daristan û Zeviyan li Wezareta Çandiniyê, di bernameya "Le gel Renc" de amaje bi wê yekê dike ku ji 30 şitilgehên Wezareta Çandiniyê, wan nikarîbû wekî pêwîst sûd jê werbigirin. "30 şitilgehên hikûmetê hene, em nikarin wan bi kirê bidin, û em nikarin wekî pêwîst tê de kar bikin. Ev yek bi kêmbûna mûçe û xanenişîn û teqawidbûna beşek ji karmendan ve girêdayî ye."

Tevî pirsgirêkan, wî destnîşan kir ku veberhênana di warê çandiniyê de ji % 2 bo % 10 bilind bûye. "Em wek wezaret dixwazin ku veberhênan di sektora çandiniyê de zêde bibe, deriyê me ji bo hemû kesên ku di warê çandiniyê de veberhênanê dikin vekirî ye."

Helkewt Ebdulrehman dibêje: "Salane 22 milyon dolarên Kurdistanê ji bo kirîna şitil û darên xemilandinê diçin derve. Ev hejmar ji wê yekê hatiye ku di pênc salan de me 56 milyon şitil û darên xemilandinê îtxalî Herêma Kurdistanê kirine."

Rola Şitilgehên Hikûmetê di Avakirina Daristanên Destkird de

Parêzgeha Hewlêrê: xwedî 27 park û projeyan e li ser rûberê 8,988 donim.
Parêzgeha Silêmaniyê: xwedî 35 park û projeyan e li ser rûberê 15,980 donim.
Parêzgeha Dihokê: xwedî 37 park û projeyan e li ser rûberê 8,068 donim.
Parêzgeha Helebceyê: xwedî 9 park û projeyan e li ser rûberê 1,905 donim.
Îdareya Germiyanê: xwedî 6 park û projeyan e li ser rûberê 531 donim.
Rûbera giştî ya park û projeyan 35,472 donim erd e.

Girîngiya Şitilgehan li Iraqê

Heta niha amarek fermî li ser hejmara şitilgehan li Iraqê tune ye, lê hemû parêzgeh xwedî ne û pir in. Şitilgeh li deverên çandiniyê belav bûne û roleke girîng di dabînkirina şitilan de ji bo mebestên çandiniyê û sêwirandina erdê dilîzin. Şitilgeh li gorî cureyan têne dabeşkirin: şitilgehên ji bo çandiniyê, şitilgehên ji bo darên xurmeyan û darên xemilandinê.

Dabînkirina şitilan: Şitilgeh şitilên ku cotkar ji bo çandina berhemên curbecur hewce dikin, dabîn dikin, ku ev yek beşdarî ewlehiya xwarinê jî dibe.

Piştgirîkirina çandiniya dîmena siruştî: Şitilgeh darên xemilandî û darên xurmeyan dabîn dikin ku ji bo xemilandina bajaran, parkên giştî û malan têne bikaranîn.

Piştgirîkirina aboriya navxweyî: Şitilgeh ji bo gelek malbatan çavkaniya debarê ne û beşdarî pêşxistina deverên çandiniyê dibin.

Parastina jîngehê: Çandina şitilan beşdarî baştirkirina jîngehê û kêmkirina gemariyê dibe.

Mînakên cureyên şitilgehan:

Şitilgehên darên xurmeyan: Li devereke berfireh a Iraqê, bi taybetî li parêzgehên navîn û başûr, têne dîtin û roleke girîng di çandin û îxracata xurmeyan de dilîzin.

Şitilgehên darên fêkiyan: Şitilên pêwîst ji bo çandina cureyên cuda yên fêkiyan, wek behîv, sêv û hwd., dabîn dikin.

Şitilgehên dar û dirûvan: Şitilên ku ji bo xemilandina bajaran û parkan têne bikaranîn, dabîn dikin.

Şitilgehên gulan: Cureyên cuda yên gulan ku ji bo xemilandin, bone, helkeft û şahiyan têne bikaranîn, dabîn dikin.

Tiştê ku hêjayî gotinê ye, ji vê analîzê ji me re diyar dibe ku tevî hewldanên hin wezaret û rêxistinên biyanî û navxweyî ku bi mîlyonan şitil çandine, û tevî hemû kampanyayên Wezareta Çandiniyê di salên borî de ji bo belavkirin û çandina şitilan, gelo ne cihê pirsê ye ku tevî van hemû kampanyayan, heta niha rêjeya keskatiyê li piraniya bajaran di bin pîvan û standardên cîhanî de ye.

Aryan Dergeleyî – Hewlêr