Serok Barzanî Tendirustiya Nazim Hemed Kanebî Pirsî

Serok Barzanî Tendirustiya Nazim Hemed Kanebî Pirsî

Mar 9, 2026 - 14:22
Serok Barzanî Tendirustiya Nazim Hemed Kanebî Pirsî
Serok Barzanî Tendirustiya Nazim Hemed Kanebî Pirsî

Roja Yekşemê, 8ê Adara 2026an êvarî, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendiyê bi birêz Nazim Hemed Kanabî, karmendê asayîşa Herêma Kurdistanê kir, ku êvara doh di dema cîbicîkirina erkê xwe de ji ber êrîşa dronî ya komên derveyê qanûnî li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê birîndar bûbû.

Di wê peywendiya telefonî de, Serok Mesûd Barzanî rewşa tenduristî ya Kak Nazim pirsî û hêviya zû başbûn û tenduristiyeka baş jê re xwest.