Peyama Serok Barzanî Bi Boneya 73. Salvegera Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî Bi Boneya 73. Salvegera Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Dec 11, 2025 - 10:21
Peyama Serok Barzanî Bi Boneya 73. Salvegera Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Peyama Serok Barzanî Bi Boneya 73. Salvegera Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Rêzdarên Sekretêr û endamên Mekteba Sekretariya Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê!

Bi boneya heftê û sêyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê, pîrozbahiyên germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê, destkefeke girîng a xebata neteweyî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye ku roleke berçav û bibandor lîstiye di bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafên jinan, û bihêzkirina pêgeha jina Kurd de. Ev rêxistin bi têkoşîna xwe ya berdewam kariye dengê jinên Kurdistanê bigihîne û bibe beşeke girîng a xebata neteweyî û medenî ya gelê Kurdistanê.

Di vê bîranînê de, rûmeta min ji bo xebat, tekoşîn û qurbanîdana jinên Kurdistanê heye û di qonaxên xebata gelê Kurdistanê de erkê wan li ser milên wan bûye. Ez piştrast im ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê, mîna qonaxên berê yên xebata xwe, di paşerojê de jî di pêşxistina doza rewa ya gelê me û parastina maf û daxwazên jinan de, dê roleke pêşeng bilîze.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

11ê Kanûna Yekem a 2025ê