Kobanê: Çar Zarok Ji Ber Serma Canê Xwe Ji Dest Dan
Kobanê: Çar Zarok Ji Ber Serma Canê Xwe Ji Dest Dan
Li bajarê Kobanê çar zarok ji ber pêla sermayê û nebûna pêdiviyên bingehîn jiyana xwe ji dest dan. Ev di demekê de ye ku bajar di bin dorpêçeke tund a leşkerî de ye û hemû xizmetguzarî lê hatine qutkirin.
Ji ber dorpêça tund û qutkirina pêdiviyên bingehîn ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, Kobanê û Qamişlo ber bi karesateke mirovî ya mezin ve çûne. Ji ber pêla sermayê û nebûna sotemeniyê li her du herêman zengila mirinê lêdide.
Hedîye Ebdullah, Hevseroka Heyva Sor a Kurdî, ragihand: "Ev bûyer metirsiya rewşa mirovî li Kobanê nîşan dide; berdewamiya dorpêçê dê bibe sedema belavbûna nexweşî û epîdemiyan ji ber nebûna derman, av û şîrê zarokan, ku ev yek jî sektora tenduristiyê rûbirûyî metirsiyeke rastîn kiriye."
Rewşa navxweyî ya Kobanê ji ber qutkirina bi tevahî ya elektrîk, av û înternetê gihîştiye asteke metirsîdar. Pêla berf û sermaya çend rojên borî barê giran li ser wan malbatan çêkiriye ku ji ber êrîşên Artêşa Sûriyê ji gundên derdorê koçber bûne nava bajêr.
Nebûna sotemeniyê ji bo germkeran û kêmbûna pêdiviyên bijîjkî bûye sedem ku zarok bibin qurbaniyên yekem ên vê dorpêçê. Rêxistinên mirovî jî hişyarî didin ku heke alîkariyên lezgîn negihêjin, hejmara qurbaniyan dê bi awayekî berçav zêde bibe û jiyana bi hezaran kesên din bikeve xeterê.