Sura (Soro) Ji bo Rojava bi Kongresman Andy Ogles re Dicive
Sura (Soro) Ji bo Rojava bi Kongresman Andy Ogles re Dicive
Youtuberê Amerîkî Caleb M. Sura Ji Bo Rojava Bi Kongremanê Amerîkî Re Dicive
Youtuberê navdar ê Amerîkî Caleb M. Sura (Soro) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X ragihand ku ew ê îro bi Kongresmanê Amerîkî Andy Ogles re hevdîtinekê pêk bîne.
Sura di peyama xwe de diyar kir ku ew ê di vê civînê de "qeyrana berdewam a li Rojavayê û tiştên ku em dikarin, wek Amerîkî, ji bo piştgirîkirina xûşk û birayên xwe yên Kurd bikin" gotûbêj bikin. Sura her weha da zanîn ku ew ê piştî hevdîtinê vîdeoyekê biweşîne da ku raya giştî di derbarê encamên civînê de agahdar bike. Ev hevdîtin balê dikişîne ser rewşa Rojavayê û hewldanên piştgirîkirina gelê Kurd li herêmê.
Sura çalakvaneke Amerîkî û dosteke nêzîkî gelê Kurd e ku di torên civakî de çendîn çalakiyên ji bo piştgirîkirina doza Kurd encam daye.