Nûnera Kurdistanê li Amerîka: Hewl didîn Rojavayê Kurdistanê biparêzîn
Nûnera Kurdistanê li Amerîka: Hewl didîn Rojavayê Kurdistanê biparêzîn
Trîfa Ezîz: Daxwaza Parastina Sivîlên Rojava Dikin û Piştgiriya Hewldanên Rêveberiya Trump Dikin
Trîfa Ezîz Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê eşkere kir ku wan hejmarek hevdîtin bi endamên Kongreyê re kirine û armanca sereke ya wan parastina Kurdên Rojava ji her metirsiyekê ye.
Roja Înê, 23ê Çileya 2026an, Trîfa Ezîz, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em li vir in ji bo ku em mil bi mil bi serokên xwe re ji bo dabînkirina aşitî û ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê bixebitin."
Ezîz diyar kir ku hevdîtinên wan bi endamên Kongreya Amerîkayê re berdewam in û tê de rewşa Rojava bi berfirehî ji wan re hatiye ravekirin. Trîfa Ezîz got: "Me ji wan xwestiye ku bibin alîkarê me û balê bikişînin ser rewşê, da ku gelê sivîl û bêsûc ê Rojavayê Kurdistanê nebe qurbanî û jiyana wan bê parastin."
Derbarê helwesta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî rewşê de, Trîfa Ezîz tekez kir: "Weke Hikûmeta Herêmê, em piştgirî didin hewldanên rêveberiya Donald Trump ji bo dabînkirina aştiyê li herêmê, lê divê Kurd neyên paşguhkirin û divê mafên wan ên siyasî û medenî werin parastin."
https://www.facebook.com/reel/1449392770144766