Berîvan a Kurdîstanî Bû Yekem

Berîvan Aymaz li Hilbijartina Şaredariya Kolnê Pêş Ket, Derbasî Dora Duyemîn Bû

Sep 14, 2025 - 22:27
Berîvan a Kurdîstanî Bû Yekem
Berîvan Aymaz a ji Partiya Keskan

Koln Almanya: Berîvan Aymaz a ji Partiya Keskan, li hilbijartinên şaredariya Kolnê bi performanseke bihêz derket pêş û bi rêjeya %26.6 ê dengên herî zêde stend. Bi vê encamê, Aymaz bi serketî derbasî tûra duyemîn ango hilbijartina dora duyemîn (stichwahl) bû.

Encamên destpêkê destnîşan dikin ku Berîvan Aymaz di nav hemî berbijêran de dengên herî zêde wergirtiye, ku ev ji bo Partiya Keskan li Kolnê wekî serkeftinek mezin tê dîtin. Niha, Aymaz dê di tûra duyemîn de li hember berbijarekî din bikeve pêşbirkê da ku bibe şaredara Kolnê.

Çaverê ye ku hilbijartina dora duyemîn di rojên pêş de pêk were, û dê Aymaz hewl bide ku piştgiriya xwe firehtir bike.