Berbang a Kurdên Kazakîstanê çalakvana xwe xelat kir

Em Eteri Alievna ji dil û can bi boneya rojbûna wê pîroz dikin û jê re tenduristiyeke baş, bextewerî, xweşiya malbatê û serkeftinên berdewam di karê wê yê bi berhem de ji bo pêşketin û geşepêdana gel û welatê me de dixwazin. Rojbûna wê pîroz be!

Aug 21, 2025 - 09:22
Berbang a Kurdên Kazakîstanê çalakvana xwe xelat kir

Komeleya Berbang a Kurdên Kazakîstanê bi helkefta rojbûna çalakvana xwe ya bi navê Eteri Alievna çalakiyeke pîrozbahiyê li dar xist û kar û çalakiyên wê bilind nirxandin û ew hate xelat kirin.
 
Komeleya Berbang li ser tora civakiya facebookê ragihandiye ku Îro rojbûna çalakvana me, Endama Desteya Rêveber û Cîgira Seroka Komîteya Jinan a Komeleya Komarî ya Kurdên Qazaxistanê "Berbang" Bêkir-Oglî Êtêrî ye.

Her wiha Berbang ragihandiye ku Eteri Alievna, di jiyana Komeleya "Berbang" û Meclîsa Gelê Qazaxistanê de cih digire, di heman demê de endama koma folklorê ye, wek Cîgira Seroka Komîteya Jinan a Komeleyê, di nav de parastin û pêşxistina çanda neteweyî ya Kurdî, amadekirin û li darxistina çalakiyên çandî yên girseyî di bin sîwana Komele û Meclîsa Gelê Qazaxistanê (ANK) û gelekên din de roleke girîng dilîze.

Berdewamiya peyama Komeleya Berbang de hatiye nivîsîn: Xebat û çalakiyên wê yên civakî ji aliyê Meclîsa Gelê Qazaxistanê û dewletê ve nayê jibîrkirin. Di Sibata 2023'an de, ji ber xebata xwe ya çalak û bi berhem a bi salan, Bêkir-Oglî Eteri Alievna bi belgeyeke rûmetê ya Komeleyê, bi îmzeya Serokê Komeleya Komarî ya Kurdên Qazaxistanê "BERBANG", Endamê Konseya Meclîsa Gelê Qazaxistanê (ANK) Elîyêv Ezîz Ziyayevîç (Ezîzê Ziyoyê Bedirxan) ve hatiye xelatkirin.

Komeleya Berbang di dawiya peyamê de dibêjin: Em Eteri Alievna ji dil û can bi boneya rojbûna wê pîroz dikin û jê re tenduristiyeke baş, bextewerî, xweşiya malbatê û serkeftinên berdewam di karê wê yê bi berhem de ji bo pêşketin û geşepêdana gel û welatê me de dixwazin. Rojbûna wê pîroz be!