Dosteke Kurdan tê xelat kirin

Bi xelatkirina Xelata Rûmetê, em xizmetên wî yên awarte teqdîr dikin û ji bo piştgiriya wî ya domdar spasiya wî dikin.

Aug 29, 2025 - 17:35
Dosteke Kurdan tê xelat kirin
Dr. h.c. Herbert Schmalstieg

Li gor zanyariyên ku di daxuyaniyeke Komeleya Kurd li Almanya e.V. (Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.) hatiye belav kirin di roja 27.09.2025 demjimêr 19:00 an de li Navenda Çanda Pavillon Lister mile 4 li Hannover a Almanya mêrasîma xelatdayîna Dr H.C. Herbert Schmalstieg birêve diçe.

Komeleya Kurd li Almanya di vexwendnameyê de dibêje: Em we bi germî vedixwînin şahiya êvarê ya di çarçoveya Kongreya me ya Federal de. Demek taybetî ya bernameyê dê xelatkirina Xelata Rûmetê ji Dr. h.c. Herbert Schmalstieg re be.

Her wiha Komeleya Kurd li Almanya di derbarê Dr. h.c. Herbert Schmalstieg zanyariyan pêşş kiriye û dibêje: Şaredarê berê yê Hannoverê 34 salan li serê bajarê xwe bû û gelek salan wekî Serokê Lijneya Şêwirmendiyê ya Komeleya Kurd li Almanyayê re hevaltî kiriye. Ew yek ji hevalên herî pêbawer ên Kurdan li Almanyayê ye û her dem ji bo mafên mirovan, têgihiştina gelan û mafê çarenûsiya gelê Kurd xebitiye.

Di dawiya peyamê de Komeleya Kurd li Almanya dibêje: Bi xelatkirina Xelata Rûmetê, em xizmetên wî yên awarte teqdîr dikin û ji bo piştgiriya wî ya domdar spasiya wî dikin.