Eibo: Festîval Pira Çandî ya di Navbera Ewropa û Rojhilata Navîn de ye

Mohammad Eibo: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê Pira Çandî ya di Navbera Ewropa û Rojhilata Navîn de ye

Sep 8, 2025 - 09:20
Eibo: Festîval Pira Çandî ya di Navbera Ewropa û Rojhilata Navîn de ye
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê

Mohammad Eibo îro 08.09.2025 ku bi vexwendina taybet beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê (KIFF) bû, festîval wekî "ronîkirineke çandî" û "pira di navbera Ewropa û Rojhilata Navîn de, bi taybetî jî bi cîhana Kurd re, ku dîroka wê bi gelemperî tê jibîrkirin" nirxand.

Eibo, ku bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê bû, diyar kir ku wî li roja dawî ya çalakiya sê-rojî gelek kurtefîlmên balkêş dîtin ku di bîra wî de cîh girtine. Wî bi taybetî kurtefîlma "last_stop" a derhêner Şevket Harjo, ku bi awayekî berbiçav mijara exlaqa kiryarên mirovan dike, wekî "pir bi bandor" bi nav kir.

Ji bilî nîşandana fîlman, Mohammad Eibo anî ziman ku wî ji danûstandinên bi ciwanên bi kelecan re jî kêf kir. Wî herwiha tekezî li ser girîngiya navê festîvalê kir û got, "Ku festîval navê bajarê Kobanê yê berxwedêr hilgirtiye, girîngiya wê ya taybet ji bo nasnameya Kurdî û doza Kurdî zelal dike."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Mohammad Eibo spasiya organîzatorên festîvalê kir û diyar kir ku ev "ezmûna dewlemend dê demek dirêj di bîra wî de bimîne." Festîvala KIFF careke din rol û girîngiya xwe di pêşxistina çanda Kurdî û xurtkirina têkiliyên çandî yên navneteweyî de nîşan da.

Hêjayî gotinêye ku Mohammad Eibo Kurdekî ji bajarê Efrînê ye, ciwanekî 27 salî bi daxwazên mezin, xwe ji bo Encumena Navçeya Siegen-Wittgenstein kiriye namzet. Bi dil, aqil û baweriya xurt ku herêma wan xwedî derfetên mezin e, Eîbo tekez dike ku bi hevkariyê û parastina demokrasiyê, ew dikarin paşerojeke bihêz ava bikin.