Heyvgirtineke Bêhempa Li Esmanê Dilê Kurdistanê Hate Dîtin

Ew heyvgirîna ku hate dîtin, derfeteke zêrîn bû ji bo çavdêrên diyardeyên sirûştî û kesên hez ji xweşikbûna asîman dikin, da ku ji dilê Kurdistanê vê dîmena taybet bibînin. Wênegir û xelkê asayî, demên guherîna reng û şiklê heyvê tomar kirin, ku ji tarîtiyê ber bi rengên sor û porteqalî ve diçû.

Sep 8, 2025 - 09:33
Sep 8, 2025 - 09:45
Heyvgirtineke Bêhempa Li Esmanê Dilê Kurdistanê Hate Dîtin
Heyvgirtineke Bêhempa Li Esmanê Hewlêr a Dilê Kurdistanê

Hewlêr - Kurdistan: Îşev 07.09.2025 di diyardeyeke gerdûnî ya xweşik û balkêş de, niştecihên herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî ji navend û Hewlêr a dilê Kurdistanê, bûn şahidê heyvgirtineke balkêş. Vê heyvgirtinê, ku asîmanê şevê yê tarî bi ronahiyeke taybet dagirt, bû sedema kêf û şaşwazîbûna gelek welatiyan.

Ew heyvgirîna ku hate dîtin, derfeteke zêrîn bû ji bo çavdêrên diyardeyên sirûştî û kesên hez ji xweşikbûna asîman dikin, da ku ji dilê Kurdistanê vê dîmena taybet bibînin. Wênegir û xelkê asayî, demên guherîna reng û şiklê heyvê tomar kirin, ku ji tarîtiyê ber bi rengên sor û porteqalî ve diçû.

Çavdêran destnîşan kirin ku vê heyvgirînê dîmeneke tijî aramî û aşîtî bexşîye, û xelk li gelek cihan kom bûn ji bo dîtina vê diyardeya sirûştî ya gerdûnî. Bêguman, ev heyvgirîna bêhempa wek bîranîneke xweş û balkêş di bîra niştecihên Kurdistanê de dimîne.

Li vir çend wêneyên ku ji aliyê Visit Kurdistan ve li Hewlêra paytexta Kurdistanê hatine girtin pêşşî we dikin.

https://pressin.info/kurdi/1541?p=5