Bêrîvan Aymaz Serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir
Bêrîvan Aymaz Serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir
Roja Pêncşemê, 5ê Sibatê, 2026, Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, pêşwaziyê li xanima Bêrîvan Aymaz, Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalya ya Almanyayê, kir.
Armanca serdanê, gotûbêjkirina rewşa mirovî û projeyên hevbeş yên di navbera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêxistinên mirovî yên welatê Almanyayê de bû.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di wê hevdîtinê de, spasiya welatê Almanyayê û Cîgira Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalya kir, li hember piştgiriyên berdewam ên rêxistinên mirovî yên wî welatî ji bo projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hêviya berdewamiyê ji bo wan xwest.
Ji aliyê xwe ve, xanima Bêrîvan Aymaz, kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina projeyên hevbeş yên di navbera welatê Almanyayê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de anî ziman. Herwiha behsa şiyana zarokên Mala Girnijîn kir ji bo fêrbûn û wergirtina zanyariyan.
Di dawiya serdanê de, xanima Bêrîvan Aymaz, soza xebatên hevbeş yên zêdetir û berfirehkirin û pêşxistina projeyên wan ên hevbeş da, da ku zêdetir kes jê sûd werbigirin.