Serokayetiya Herêma Kurdistanê Spasiya Serok Erdogan Kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê Ji bo Vegerandina Firînên Silêmaniyê Spasiya Serok Erdogan Kir
Hewlêr - Kurdistan: Îro 09ê Cotmeha 2025 Serokayetiya Herêma Kurdistanê spasiya Serok Komarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir ji bo biryara wî ya ji nû ve destpêkirina geştên asîmanî yên Tirkiyeyê bo bajarê Silêmaniyê. Ev biryar di civîna îro ya Serok Erdogan bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li Enqere hat dayîn.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate gotin: "Em spasiyên xwe ji birêz Recep Tayyip Erdogan, Serok Komarê Tirkiyeyê re dûpat dikin ku îro di civîna xwe ya bi rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê re, ferman da ku geştên asîmaniyên Tirkiyeyê ji bo Silêmaniyê ji nû ve dest pê bikin û asîmana xwe ji bo vê yekê veke."
Serokayetiyê anî ziman ku ev pêngav di çarçoveya têkiliyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de tê. Herwiha hate tekez kirin ku ev biryar dê ji bo pêşxistina hevkariya hevpar a di navbera herdu aliyan de alîkar be û di berjewendiya gelên herdu welatan de, bi taybetî jî di berjewendiya welatiyên li parêzgeha Silêmaniyê de, ye.
Vegerandina firînên rasterast bo Silêmaniyê, piştî demek dirêj a rawestanê, tê pêşbînîkirin ku bandoreke erênî li ser tevgera bazirganî, geştiyarî û turîzm û têkiliyên civakî bike, herwiha girêdana navneteweyî ya Silêmaniyê xurt bike.