Jiyaneke Tijî Têkoşîn û Cangorî ji Bo Kurdistanê

Samî Ebdulrehman: Jiyaneke Tijî Têkoşîn û Cangorî ji Bo Kurdistanê

Oct 10, 2025 - 11:09
Oct 10, 2025 - 11:33
Jiyaneke Tijî Têkoşîn û Cangorî ji Bo Kurdistanê
Samî Ebdulrehman: Jiyaneke Tijî Têkoşîn û Cangorî ji Bo Kurdistanê

Hewlêr - Kurdistan: Endezyar û siyasetmedarê navdar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi berfirehî wek Samî Ebdulrehman dihat nasîn, di 1ê Sibata 2004an de di encama êrîşeke terorîstî ya hovane de li Hewlêrê hate şehîdkirin. Şehîd Samî Ebdulrehman, ku jiyana xwe ji bo doza gelê Kurd gorî kir, kesayetiyeke sereke bû di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de, hem di qada siyasî û dîplomasî de, hem jî di qada leşkerî û akademîk de.

Destpêka Jiyan û Xwendinê

Samî Ebdulrehman di sala 1933an de li Şingal – Mûsilê ji dayik bû. Di sala 1952an de ji bo xwendinê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo Brîtanyayê hat şandin û di sala 1953an de li Zanîngeha Manchesterê dest bi xwendina endezyariya elektrîkê kir. Di sala 1957an de mastera xwe wergirt û vegeriya Iraqê. Li wir, di sala 1958an de wek endezyar li Wezareta Neftê dest bi kar kir. Di heman demê de, ew yek ji damezrênerên Sendîkaya Endezyaran a Iraqê bû û di sala 1959an de wek sekreterê sendîkayê hat hilbijartin.

Têkoşîna Siyasî û Pêşmergeyatî

Têkoşîna siyasî ya Samî Ebdulrehman ji salên xwendekariyê ve dest pê kir. Di salên pêncî yên sedsala bîstan de berpirsê Partiya Komunîst a Iraqê li Brîtanyayê bû û di sala 1957an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Piştî derbeya 8ê Sibata 1963an, ew tevlî rêzên Hêza Pêşmerge bû û dest bi karê ragihandinê kir. Ew endamê desteya nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Iraqê û rojnameya Xebat bû.

Di sala 1966an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê û piştre di kongreyên PDKê yên heftemîn (1966) û heştemîn (1970) de wek endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî hat hilbijartin. Samî Ebdulrehman roleke girîng di danûstandinên aştiyê de lîst, di nav de endamtiya Komîteya Aştiyê ya heft kesî di navbera PDK û Partiya Bees de di sala 1970an de. Ew beşdarî şanda PDKê bû ji bo danûstandinên otonomiyê li Bexdayê û di 11ê Adara 1970an de di ragihandina Rêkeftina 11ê Adarê de amade bû.

Helwêstên Wêrek û Vegerîna Bo Tevgerê

Di kabîneya Ehmed Hesen Bekir de wek Wezîrê Karûbarên Bakur kar kir, lê ji ber cîbicînekirina Rêkeftina 11ê Adarê, di sala 1974an de îstîfa kir û ji wezîrtiyê hat dûrxistin. Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê di sala 1975an de, Samî Ebdulrehman berê xwe da Îranê û piştre koçî Brîtanyayê kir. Lê belê, di destpêka Nîsana 1975an de ji aliyê Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hat erkdarkirin û di sala 1977an de bi navên veşartî Salih û Dara dîsa tevlî Hêza Pêşmerge bû.

Damezrandina Partiya Gel û Vegerîna Bo PDKê

Di sala 1979an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin, lê bi hewldanên Mesûd Barzanî û aliyên din hat azadkirin. Di sala 1981an de Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê damezrand û wek sekreterê giştî hat hilbijartin. Di sala 1993an de vegeriya rêzên PDKê û di kongreyên yanzdehemîn (1993) û dozdehemîn (1999) de dîsa wek endamê Mekteba Siyasî hat hilbijartin. Di sala 1999an de bû cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya çaremîn de.

Şehadet û Mîras

Di dema şehîdbûna xwe de, Samî Ebdulrehman sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû. Ew di 1ê Sibata 2004an de di êrîşeke terorîstî ya El Qaîde de li navenda Leqê Du yê Partiyê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Şehîd Samî Ebdulrehman kesayetiyeke berçav bû ku jiyana xwe ji bo pêşveçûna doza Kurd feda kir. Ew endezyarekî zana, siyasetmedarekî jîr, û rêberekî dilsoz bû ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî dizanî. Wî gelek berhemên girîng jî li dû xwe hiştine, di nav de pirtûkên wek "Cewle fî El - Erd El - Muherreqe", "El - Alem Yetetelle' îla El - Selam El - Kurdî", û "Di Rêwresmên Dîplomasî, Diyalog û Danûstandinê de".

Mîrasa Samî Ebdulrehman wek sembolekî têkoşîn û fedakarî, di dilê gelê Kurdistanê de her zindî dimîne.

Rizgar Botanî