Fransa û Kurdistan: Dîrokek ji Têkiliyên Dostaniyê

Dema cîhanê pişta xwe dabû Kurdan, Fransa bû parêzvan û piştgirê Kurdistanê.

Sep 5, 2025 - 12:18
Fransa û Kurdistan: Dîrokek ji Têkiliyên Dostaniyê

Dema cîhanê pişta xwe dabû Kurdan, Fransa bû parêzvan û piştgirê Kurdistanê.

Dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir, Fransa di alîkarîkirin û piştevaniyê de pêşeng bû. Ev welat bi Kurdistanê re dîrokeke dirêj a têkilî û dostaniyê heye; ji Danielle Mitterrand, Dayika Kurdan, heta navbeynkariyên Macron û şikandina dorpêçên li ser Kurdistanê.

Çawa Fransa bû piştgirek sereke ya doza Kurd?

Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de ne tenê têkiliyên dîplomatîk ên asayî ne, lê dîrokek kûr a piştgiriya mirovî, hevalbendiya leşkerî û hevkariya stratejîk dihewînin.

Di salên heştêyî yên sedsala borî de, ligel kîmyabarana Helebceyê û êrîşên Enfalê, dema ku cîhan li hember qirkirin û jenosîda Kurdan bêdeng bû, jinekê bi rêxistineke mirovî li Fransayê dengê xwe bilind kir û gazî cîhanê kir ku alîkariya Kurdên Başûrê Kurdistanê bike. Ew kes Danielle Mitterrand bû, jina Serokê wê demê yê Fransayê François Mitterrand, ku paşê wekî "Dayika Kurdan" hat binavkirin. Bandora wê bû sedem ku Fransa wekî yekem hêza rojavayî bi awayekî pratîk ji bo pirsgirêka Kurd bikeve ser xetê, û ji wê demê ve bingeha têkiliyên Kurd û Fransayê hat danîn.

Piştî koçberiya mîlyonî ya gelê Kurdistanê di bihara 1991an de, Fransayê di derxistina Biryara 688 ya Encumena Ewlekariyê de roleke pêşeng lîst. Ev biryar bû bingeha avakirina herêma ewle û herêma qedexeya firînê, ku bi pratîkî Herêma Kurdistanê ji êrîşên rejîma Baasê parast û bingehek ji bo avakirina saziyên herêmê amade kir.

Digel derketina DAIŞê û êrîşên wê yên li ser Kurdistanê, Fransayê careke din pêşengî kir û di sala 2014an de bû yekem welatê Ewropî ku biryara şandina çekan ji bo hêzên Pêşmerge derxist. Serdana François Hollande, Serokê wê demê yê Fransayê, bo Hewlêrê û çûyîna ber bi eniyên şer, ew hevalbendî gihand lûtkeyê.

Piştî referandûma serxwebûnê û sepandina dorpêça siyasî li ser Herêma Kurdistanê, Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, deriyê Qesra Elysée li ber şanda Herêma Kurdistanê vekir û bi vê gavê dorpêça dîplomatîk şikand. Macron di navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê û normalîzekirina têkiliyan de roleke girîng lîst.

Serdanên du serokên Fransayê bo Herêma Kurdistanê, François Hollande û Emmanuel Macron, nîşaneke zelal û eşkere ye ji bo girîngiya Herêma Kurdistanê di çavê Fransayê de û xwesteka wî welatî ji bo geşkirina têkiliyan. Îro jî konsulxaneya wî welatî li Herêma Kurdistanê heye û Hewlêr û Parîs di çarçoveya hevkariyeke stratejîk de di warên siyasî, leşkerî, aborî û çandî de têkiliyên xwe didomînin. Her du alî dixwazin têkiliyên xwe yên dîrokî yên kûr hîn zêdetir pêş bixin.