Serok Barzanî: Têkiliyên gelê Kurdistanê û gelê Fransayê gelek kevnare
Serok Barzanî: Navlêkirina Parkekê bi Navê Pêşmerge, Delîlek Mezin e ji Bo Giringîpêdana Fransayê Bi Gelê Kurd
Îro li baregeha Şaredariya Parîsê ya li Fransayê, Serok Barzanî ji aliyê Anne Hidalgo, Seroka Şaredariya Parîsê ve hate pêşwazîkirin.
Roja Pêncşemê, 4ê Îlona 2025an, Serok Barzanî, bi vexwendineke fermî ya Hikûmeta Fransayê, bi serdaneke fermî gihîşt Parîsa paytexta Fransayê. Di serdana wî de, Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw, Serok Barzanî re hevaltiyê dike. Biryar e îro di merasîmeke taybet de, Kolana Pêşmerge li Parka 'André Citroën' were vekirin.
Serok Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê navlêkirina kolanekê li Parîsê bi navê Pêşmerge de got: "Ev tiştek pir girîng û dîrokî ye û ez pêwîst dibînim ku spasiya Seroka Şaredariya Parîsê bikim. Ev nîşaneya wê ye ku têkiliyên gelê Kurdistanê û gelê Fransayê gelek kevnare ne û ev yek dê bibe berdewamiya wan têkiliyan. Ev delîlek mezin e ji bo girîngîpêdana Fransa û Parîsê bi gelê Kurd."
Ji aliyê xwe ve Anne Hidalgo, Seroka Şaredariya Parîsê, ragihand ku "Îro rojeke pir mezin e ku em di pêşwaziya Serok Barzanî de ne. Bîranînek min heye ku yekem hevdîtina me di sala 2015an de bû, di nav şerê DAIŞê de, wê demê min serdana bajarê Hewlêrê kir."
Wê her wiha got: "Serok Barzanî û Pêşmerge ji bo azadiya me hemûyan şer kirin. Ji bo rêzgirtina Pêşmerge, em kolanekê bi navê Pêşmerge nav dikin. Bi kêfxweşî, em û gelê Kurdistanê têkiliyên pir xurt hene."
Serdan û vekirina Kolana Pêşmerge li Parîsê, peyamek zelal e ku têkiliyên di navbera Kurdistan û Fransayê de ne tenê têkiliyên dîplomatîk in, lê di heman demê de xwedî kûrahiyeke dîrokî û hestiyarî ne. Ev gav, soza pêşxistina bêtir a têkiliyan di astên cuda de dide.