Serok Barzanî: Heta ku ez bijîm, ev roj ji bîra min naçe
Pêşmerge erkekî pîroz bi cih anî, lê ev rêzgirtina ku îro ji bo Pêşmerge hate kirin, ev rêzgirtin e ji bo xebata Pêşmerge, pêşxistina dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê ye.

Serok Barzanî li Parîsa paytexta Fransayê ragihand: "Pêşmerge erkekî pîroz bi cih anî, lê ev rêzgirtina ku îro ji bo Pêşmerge hate kirin, ev rêzgirtin e ji bo xebata Pêşmerge, pêşxistina dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê ye."
Roja Pêncşemê, 4ê Îlona 2025an, Serok Barzanî, bi vexwendineke fermî ya Hikûmeta Fransayê, bi serdaneke fermî gihîşt Parîsa paytexta Fransayê. Di serdana wî de, Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw, Serok Barzanî re hevaltiyê dike. Biryar e îro di merasîmeke taybet de, Kolana Pêşmerge li Parka 'André Citroën' were vekirin.
Serok Barzanî di axaftineke xwe de li Fransayê ragihand: "Ez ji dil û can spasiya Seroka Şaredariyê û Encumena Şaredariya Parîsê dikim ji bo rêxistinkirina bûyereke wiha girîng û dîrokî. Îro rojeke dîrokî ye di dîroka gelê Kurdistanê de. Fransa di tevahiya dîrokê de her tim helwesteke mirovî û dostane li hemberî gelê Kurdistanê hebûye. Fransa her tim piştgirê doza gelê Kurdistanê bûye û yekem welat bûye li Ewropayê ku destûr daye înstîtuyeke Kurdistanê li Parîsê vebe. Spas ji bo wan xizmetên ku wê înstîtuyê ji gelê Kurdistanê re kirine. Rojeke xweş e ku me îro gelek dostên xwe yên hêja li vir dîtin."
"Pêşmerge erkekî pîroz bi cih anî, lê ev rêzgirtina ku îro ji bo Pêşmerge hate kirin, ev rêzgirtin e ji bo xebata Pêşmerge, pêşxistina dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê ye."
Wî tekez kir: "Em tekez dikin ku Kurdistan wê her dem bibe cihê pêkvejiyanê. Pêşmerge wê her dem parêzgerê mafên mirovan, azadî û demokrasiyê be. Di şerê DAIŞê de 12 hezar Pêşmerge bûn qurbanî, bi şehîd û birîndaran ve, lê Pêşmerge serkeftineke mezin ji bo xwe û gelê Kurdistanê tomar kir ku îro li Parîsê li cihekî wiha girîng baxçeyek bi navê Pêşmerge tê binavkirin. Ev rêzgirtineke pir mezin e û bi dilniyayî dibêjim, heta ku Kurdek bimîne, wê spasiya gelê Fransayê û Şaredariya Parîsê bike."
Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de destnîşan kir: "Cihê kêfxweşiyê ye ku bi guherîna hikûmetan re, helwesta gelê Fransayê li hemberî doza gelê Kurdistanê neguheriye. Di dema borî de çendîn serok li Fransayê hatine guhertin, lê helwesta Fransayê neguheriye û li hemberî gelê Kurdistanê helwesteke dostane ye. Yekem serok li Ewropayê, Serok Mitterrand bû ku siyasetmedarekî Kurd bibîne, ew jî di sala 1992an de bû ku min pêşwaziya wê kir, ku ji bo min serbilindiyeke mezin bû. Yekem kesê Ewropî jî ku min dîtibû ku hêsir ji bo qurbaniyên gelê Kurdistanê dirijîne, Xanim Danielle Mitterrand bû di sala 1999an de, ku ev jî qet nayê jibîrkirin."
"Fransa û gelê Fransayê di dilê gelê Kurdistanê de ne. Bijî Parîs, bijî Hewlêr, bijî dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê. Ez tekez dikim ku Pêşmerge wê parêzgerê azadî û mafên mirovan be. Pêşmerge beşekî fermî ye ji saziya berevaniya Iraqê, ew berevaniyê li hemû Iraqê dike li dijî terorîstan. Pêşmerge wê di rola xwe de berdewam be, li şûna hemû cîhanê şerê terorîstan dike. Ev rûmeteke pir mezin e ji bo Pêşmerge. Ji vir ez silav û spasiyên xwe ji hêzên Pêşmerge re dişînim, ku vê roja îro ji bo me çêkir û vê serbilindiyê anî."
"Careke din gelek spas ji bo we hemûyan, îro rojeke dîrokî ye û heta ku ez bijîm, ev roj ji bîra min naçe."
Ev a li jêr jî naveroka gotara Serok Barzanî di merasîma vekirina Rêya Pêşmerge li Parîsê ye:
Bi navê Xwedayê mezin
Rêzdar xanim Hidalgo, Seroka Şaredariya Parîsê, bi dilekî tijî spasiya cenaba we û Encumena Şaredariya Parîsê û Serokê Şaredariya 15ê Parîsê dikim ji bo rêxistina vê merasîma girîng û dîrokî. Îro rojeke dîrokî ye di dîroka gelê Kurdistanê de.
Fransa bi dirêjahiya dîrokê her dem helwesteke mirovahî û dostanî li hember gelê Kurdistanê hebûye û ji serdema General de Gaulle heta îro her dem Fransa piştgiriya doza gelê Kurdistanê kiriye û yekem welat bûye ku rê daye Enstîtuya Kurdî li Parîsê bê vekirin. Li vir ez jî dengê xwe dixim ser dengê we û spasiya Kak Kendal dikim ji bo wê xizmeta mezin a ku ji gelê Kurdistanê re kiriye û ji bo nêzîkbûn û dostaniya di navbera her du gelên Kurdistan û Fransayê de.
Rojeke xweş e û derfetek bû ku digel gelek dostên ezîz hev bibînin.
Pêşmerge erkekî pîroz bi cih anî. Lê ew rêza ku îro we li Pêşmerge girt, ew rêzgirtin e ji xebata Pêşmerge û rêzgirtin e ji dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de. Ez tekez dikim ku Kurdistan her dem cihê pêkvejiyanê be û Pêşmerge her dem parêzvanê mafê mirovan û azadî û demokrasiyê be. Di şerê DAIŞê de Pêşmerge 12 hezar cangorî ji şehîd û birîndaran da, lê serfiraziyeke mezin ji bo xwe û miletê xwe re tomar kir ku îro li Parîsê cihekî ewqas girîng, baxçeyek bi navê Pêşmerge bê vekirin. Ev rêzgirtineke mezin e û bi piştrastiyê ve ez dibêjim, heta Kurdek bimîne, dê spasiya gelê Fransa û Şaredariya Parîsê bike.
Cihê dilxweşiyê ye ku bi guherîna hikûmetê, helwesta Fransa li hember doza gelê Kurdistanê nehatiye guhertin. Di çend salên borî de me çend guherîn dîtin; serok hatin û serok çûn lê helwesta Fransa li hember gelê Kurdistanê neguherî. Yekem Serokê Ewropayê, Serok Mitterrand, yekem Serok bû ku siyasetmedarekî Kurd bibîne, ew jî sala 1992 bû ku pêşwaziyê li min kir; ew ji bo min serbilindiyeke mezin bû. Yekem xanim an keseke Ewropî ku min dît rondik û hêsiran ji bo cangoriyên gelê Kurdistanê birijîne, ew jî Madam Mitterrand bû sala 1989 û ev e tu carî nayê ji bîr kirin.
Fransa û Parîs û miletê Fransa di dilê miletê Kurdistanê de ne. Bijî Parîs, bijî Hewlêr, bijî dostaniya miletê Fransa û miletê Kurdistanê. Ez tekez dikim ku Pêşmerge parêzvanên azadî û mafên mirovan dibin. Pêşmerge beşekî fermî ye ji çarçoveya berevaniya Iraqê, berevaniyê li tevahiya Iraqê dike li dijî terorîstan. Pêşmerge dê berdewam be li ser rola xwe ku li şûna tevahiya cîhanê li dijî terorîstan têbikoşe û ev şerefekî mezin e ji bo Pêşmerge û Pêşmerge erkê xwe bi pîrozî bi cih anî. Ji vir ez spasiya Pêşmergeyan dikim û silavê ji wan Pêşmergan re dişînim ku ev ê rojê ji bo me pêk anîn û ev serbilindî ji bo me anîn holê. Careke din gelek spas ji bo we hemîyan û gelek rojeke dîrokî ye û heta ez bimînim ev roj ji bîra min naçe.