Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Qurbaniyên Lehiya Çemçemalê

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Qurbaniyên Lehiya Çemçemalê

Dec 9, 2025 - 20:39
Dec 9, 2025 - 20:49
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Qurbaniyên Lehiya Çemçemalê
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Qurbaniyên Lehiya Çemçemalê

Bi mixabiniyeke mezin, nûçeya koçkirina du welatiyan li tixûbê qezaya Çemçemal û welatiyekî li tixûbê Leylan li Kerkûkê, û birîndarbûna hejmareke din ji ber lehiyan gihîşt me.

Ez sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr digihînim malbat û xizmên qurbaniyan, hevsoz û hevxema wan im. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedê jêraziyan bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan. Herwiha ez hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Di vê rewşa nexwestî de, em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo xelkê xweşdiviyê Çemçemal û ziyanberketiyên lehiyê dubare dikin. Aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine raspartin ku herin hawara lêqewimiyan û her hewlekê ji bo parastina can û malê welatiyan û alîkariyên pêwîst pêşkêşbikin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09/12/2025