Kurdistan Foundation Alîkarîya Mirovî Pêşkêşî Zîyanberketiyên Lehîya Çemçemal Dike
Kurdistan Foundation Alîkarîya Mirovî Pêşkêşî Zîyanberketiyên Lehîya Çemçemal Dike
Sazî û Damezraweya Kurdistan Foundation, kampanyaya pêşkêşkirina alîkarîya mirovî ji bo zîyanberketiyên lehîya Çemçemalê ragihand, niha 60 dilxwaz û tîmên damezraweyê digel tîmên din yên qezayê alîkarîya zîyanberketiyên dikin.
Roja Sêşemê, pêleke xurt a baranbarînê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rabû, ji ber vê yekê lehî li qezaya Çemçemalê çêbû û zîyanên canî û maddî pêk hatin.
Dr. Yara Berzencî, Rêvebera Bername û Hevkariyan li Damezraweya Kurdistan Foundation; ragihand, "Em ê kampanyaya alîkarîyê li sînorê Çemçemalê vekin û alîkarîya mirovî pêşkêşî zêdeyî 500 malbatan bikin, yên ku ji ber lehiyê zîyan dîtine."