Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, (BCF) yekemîn karwanê alîkarîya mirovî ji bo zîyanberketiyên qezaya Çemçemal û nahîyeya Şorişê li parêzgeha Silêmanîyê amade kiriye û îro tê şandin.
Doh Sêşemê pêleke tund a baranbarînê li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê rabû, ji ber vê yekê li qezaya Çemçemalê lehî çêbû û du kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn. Zîyan gihîştîye 500 malan û zîyaneke maddî ya zêde gihîştîye welatîyên qezayê.
Îbrahîm Semîn, Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî ragihand, "Tîmên me ji doh ve li Çemçemalê bûn û alîkarîya welatîyan kirine, wekî erkeke mirovî îro jî heşt barhilgirên mezin ên alîkarîya mirovî dişînin wê qezayê."
Alîkarî ji pêdivîyên bingehîn ên malê, xwarin û vexwarinê dihewîne, û dê li ser zîyanberketiyên lehîyê bê belavkirin.