Li Hewlêrê Sê Golên Destkird Tên Avakirin

Li Hewlêrê Sê Golên Destkird Tên Avakirin

Oct 4, 2025 - 18:11
Li Hewlêrê Sê Golên Destkird Tên Avakirin
Li Hewlêrê Sê Golên Destkird Tên Avakirin

Hewlêr - Kurdistan: Tê payîn ku di pêşerojeke nêzîk de bi hevkariya tîmeke Îtalî, sê golên destkird û çêkirî li bajarê Hewlêrê bêne avakirin, ku ev jî li gel cîbicîkirina projeya Kornişa Hewlêrê ye.

Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, ji Ava Medyayê re ragihand, "Bi hevkariya tîmeke Îtalî em mijûlî amadekirina planeke bo avakirina sê golan in ku dê dîmeneke xweş bidin bajar, û di demek nêzîk de dê bikeve qonaxa cîbicîkirinê. Ev jî di çarçoveya projeya Kornişa Hewlêrê de ye ku di demek nêzîk de proje dê dest pê bike. Yek ji wan dê li pişt Şawês û Hewlêra Nû be, ya duyemîn dê li nava projeyê be, û ya sêyemîn jî dê li sêrîyana Mexmûrê be."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Parêzgarê Hewlêrê got: "Di sala 2004’an de Serok Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû ku projeya Kornişa Hewlêrê cîbicî bike, ji ber ku ew bi dîmena xweşik a bajar û av, jîngeh û sirûşta bajarê Hewlêrê ve girêdayî ye. Lê belê hikûmeta Iraqê ev kar cîbicî nekir. Di kabîneya nehem de biryar hat dayîn ku proje were cîbicîkirin û em gihîştine qonaxa dawî, di demek nêzîk de karên wê dest pê dikin."

Tê pêşbînîkirin ku di demek nêzîk de projeya Alîkariya Lezgîn a bajarê Hewlêrê bi dawî bibe, ku ev jî dê bandorê li ser tunebûna pirsgirêka kêmbûna avê û zêdebûna rûberê kesk bike, bi vî awayî dê bandoreke baş li ser keşûhewaya herêmê hebe.