Li Pişt Serkeftinê: Dîsa Xwecihiyên Kobanê yên Dilsoz Hene

Li Pişt Serkeftinê: Dîsa Xwecihiyên Kobanê yên Dilsoz Hene

Oct 8, 2025 - 09:19
Oct 8, 2025 - 09:23
Li Pişt Serkeftinê: Dîsa Xwecihiyên Kobanê yên Dilsoz Hene
Li Pişt Serkeftinê: Dîsa Xwecihiyên Kobanê yên Dilsoz Hene

Kobanê - Kurdistan: Piştî wê serkeftina bijîşkî ya balkêş ku li bajarê Kobanê, li Rojavayê Kurdistanê, pêk hat, me xwest li ser vê yekê zêdetir agahiyan bistînin. Me zanî ku li pişt vê serkeftinê dîsa xwecihiyên Kobanê yên dilsoz hene. Doktorê ku ew emeliyata bêhempa pêk anî, xwecihê Kobanê ye. Dr. Mihemed Mistefa Hoşan xwendina xwe li Rûsyayê temam kiriye û ev demeke dirêj e ku vegeriyaye bajarê xwe Kobanê û xizmeta gelê xwe û xelkê bajarê xwe dike.

Di derbarê Dr. Mihemed Mistefa Hoşan de me, hevpeyvîneke taybet ya bi Buyer FM re bi bernameya "Atr al-Sabah" (Bêhna Sibê) peyda kir û di vê hevpeyvînê de danûstandineke girîng bi bijîşk Dr. Mihemed Mistefa Hoşan, pisporê neştergeriya jinan re pêşkêş kiriye. Ev gotûbêj li ser mijarek tenduristiyê ya hesas e, ku bi taybetî jin û keçan eleqedar dike: rewşa "zarokdana dualî" û bandorên wê.

Cûdahiya Zarokdana Dualî û Zarokdana Duqornî:

Dr. Hoşan ku ew bi xwe jî xelkê bajarê Kobanê ye, di destpêka danûstandinê de zelal kir ku zarokdana "duqornî" (Bicornuate Uterus) ji "zarokdana dualî" (Didelphys Uterus an Duplex Uterus) cûda ye. Zarokdana duqornî, ku wekî bûyerek pir hevpar di nav keçan de tê dîtin, bi gelemperî ti pirsgirêkên girîng çênake. Lê belê, zarokdana dualî (an du zarokdan), rewşeke zayînî ya kêm e ku di dema pêşketina fetusê ya keçikê de çêdibe, dema ku kanalên Müllerî bi tevahî li hev nakevin. Ev yek dibe sedema hebûna du malzarokên cuda, ku her yek xwedî stûyê malzarokê û rêya xwe ya ji vajînayê re ye.

Sedemên Rewşê:

Li gorî Dr. Hoşan, sedemên zarokdana duwalî bi dema pêşketina fetusê ve girêdayî ne û ti têkiliya wan bi dermanên ku dayik di dema ducaniyê de digire an xwarina wê re tune.

Rêjeya Belavbûn û Nîşanên Tenduristiyê:

Hin lêkolîn destnîşan dikin ku rêjeya belavbûna vê rewşê di nav jinan de di navbera %0.1 û %0.5 de ye. Nîşanên vê rewşê dikarin cûda bin:

Berî zewacê (di nav keçan de): Heyza nerêkûpêk, xwînrêjiya giran, û êşa zikê ya dijwar. Lê gelek caran, ev nîşan bi êşên heyzê yên normal re tên tevlihevkirin, ji ber ku piraniya malbatan haya wan ji vê rewşê nîne.

Piştî zewacê (di nav jinên zewicî de): Êşa giran û xwînrêjî di dema têkiliyên cinsî de, zehmetiyên di ducanîbûnê de, kurtajên dûbare, an zayînên pêşwext.

Teşhîs û Tedawî:

Ji bo teşhîskirina rewşa zarokdana dualî, bijîşk bi gelemperî muayeneyên ultrasonê (eko) dikin. Ger di eko de guman çêbibe, ji bo piştrastkirinê û tespîtkirina dirust rewşê, wêneyên resonansa magnetîsî (MRI) an hîstroskopy (wêneya sîwanî ya malzarokê) têne xwestin.

Dr. Hoşan tekez kir ku tenê çareseriya vê rewşê emeliyata neştergerî ye. Ew bijîşk an tîmê bijîşkî yê ku emeliyatê dike, dê yek ji her du malzarokên fonksiyonel rake.

şbîniya Piştî Emeliyatê û Pêşniyar:

Her çend emeliyat bi gelemperî serketî be jî, Dr. Hoşan destnîşan kir ku şansê ducanîbûna saxlem piştî emeliyatê pir kêm dibe, ji ber ku malzaroka mayî bi qebareya xwe pir piçûk dimîne. Ew anî ziman ku di %70ê rewşan de ducanîbûn piştî emeliyatê çênabe.

Wî pêşniyarên girîng dan:

Hişyariya zû: Divê keçên di navbera 11-15 salî de, nemaze yên ku bi heyza nerêkûpêk an êşên zikê yên giran re rû bi rû dimînin, bêne muayenekirin.

Perwerdehiya tenduristî: Pêwîst e ku hişyariya civakî li ser van rewşan were zêdekirin da ku tespîtkirina zû û çareseriya rast were peyda kirin.

Rastbêjiya bijîşkan: Bijîşk divê bi dilpakî ji nexweşan re behsa şansên ducanîbûnê piştî emeliyatê bikin û hêviyên derewîn nedin.

Dr. Mihemed Mistefa Hoşan spasiya buyer FM kir ji bo vê danûstandina girîng û hêvî kir ku ev agahî bigihêje hemû jinan.