Mezlûm Ebdî bi şandeke ENKSê re civiya

Mezlûm Ebdî bi şandeke ENKSê re civiya

Jan 25, 2026 - 18:36
Mezlûm Ebdî bi şandeke ENKSê re civiya
Mezlûm Ebdî bi şandeke ENKSê re civiya

Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), pêşwaziyê li şandeke Serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir û rewşa heyî ya herêmê bi hev re gotûbêj kirin.

Di civînê de, pirsa rawestandina şer û agirbestê bi hûrgilî hate gotûbêjkirin. Herwiha herdu aliyan derbarê guhertin û geşedanên herî dawî yên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê de jî danûstandinan kirin.

Civînê girîngiya parastina Rojavayê Kurdistanê û xelkê sivîl ji her şer an pevçûneke leşkerî ku bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê tekez kir, herwiha dubare kirin ku pêwîst e pirsgirêkên di navbera wan û hikûmeta demkî de bi rêya diyalogeke avaker werin çareserkirin.