Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

Mar 8, 2026 - 14:40
Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re
Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi dirêjahiya dîrokê, gelê Kurdistanê tu carî bi şer re nebûye û her dem daxwaza aştiyê û bihevrejiyanê kiriye. Ger şer li ser wan hatibe ferzkirin jî, wan her tim li berxwedaye û mafên xwe parastiye. Ev bingeh nehatiye guhertin û ji baweriyeke zexm û çandeke dewlemend a aştîxwazî û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê çavkaniyê girtiye.

Cihê mixabiniyeke mezin e ku niha li herêma me şer û aloziyeke zêde heye. Niha û berê jî her dem hêviya me ew bûye ku her pirsgirêk û kêşe bi rêyên aştiyane bêne çareserkirin, ji ber ku şer her tim dibe sedema wêranî û malwêraniyê.

Di vê navberê de, cihê şaşmayîneke mezin e ku hin grûp û alî bi navê berxwedanê û bi hincet û dirûşmên bêbingeh; destûrê didin xwe ku êrîşî cihên sivîl û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û baregeh û navendên Pêşmerge bikin. Ev şerfiroşî û destdirêjiyeke eşkere ye li ser mafên welatiyan û aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê.
 
Li vir divê her aliyek baş bizane ku sebir û hedar jî sînorekî xwe heye. Pêşmerge tu carî zilm û zordariya tu aliyekî qebûl nekiriye, nabê ku ev şerfiroşî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û asayîşa welatiyan ji aliyê wan grûpan ve berdewam bike. Ji bo vê armancê, em daxwazê ji Hikûmet û Encûmena Nûneran a Iraqê û aliyên siyasî, bi taybet Çarçoveya Hemahengiyê dikin ku bi ciddî werin ser hêl û sînorekî ji van destdirêjiyan re deynin, ji ber ku berdewamiya vê şerfiroşiyê dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Ji bilî wê yekê ku ez ji malbat û kesûkarên wan hezkiriyên ku di encama van êrîşên neheq de şehîd bûne re sersaxiyê dixwazim, em gelê xwe yê delal ê Kurdistanê jî piştrast dikin ku em ê bi hemû hêza xwe berdewam bikin da ku Kurdistan ji şer û neheqiyan dûr be û aramî û asayîş û jiyana xelkê parastî be û serkeftin her ji bo gelê Kurdistanê dibe.

Mesûd Barzanî
8ê Adara 2026