Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir

Roja Sêşemiyê, 21'ê Cotmeha 2025'an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anıl Bora Inan, Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, ku birêz Erman Topçu, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê yên pêşerojê û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hat kirin. Derbarê Herêma Kurdistanê de jî, gavên dawî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêvajoya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, hatin gotûbêjkirin.
Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê de babeteke din a vê hevdîtinê bû. Herdu aliyan tekezî li ser berdewamî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de di hemû waran de kirin.