Hemû Sazî û Rêxistinên Gelê Batmanê yê xwedî Wijdan vê dozê bişopînin

Li Batmanê Doza Êrîşa li ser Welatiyekî Astengdar Dê di 23'ê Cotmehê de Were Dîtin!

Oct 21, 2025 - 16:48
Oct 21, 2025 - 16:51
Hemû Sazî û Rêxistinên Gelê Batmanê yê xwedî Wijdan vê dozê bişopînin
Li Batmanê Doza Êrîşa li ser Welatiyekî Astengdar Dê di 23'ê Cotmehê de Were Dîtin!

Batman - Kurdistan: Doza êrîşeke giran a ku tê de welatiyekî astengdar E. Erkiş û hevalekî wî bi giranî birîndar bûne û 10 kes beşdarî wê bûne, dê di 23'ê Cotmeha 2025'an roja Pêncşemê saet 11:10an de, li Dadgeha Cezayê Aslî ya 3emîn a Batmanê ji nû ve were dîtin.

E. Erkiş di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev doz nêzîkî 5 salan e didome û di wê êrîşê de ew û hevalê xwe bi giranî birîndar bûbûn. Erkiş got, "Me herduyan jî raporên xwe yên bijîşkî bi riya parêzerê xwe pêşkêşî Dozgerê birêz, Parêzerê min û heyeta Dadgehê kiribû. Serê hevalê min şikestibû û di tevahiya laşê wî de derbên giran hatibûn tesbîtkirin. Rewşa min jî xirabtir bû û di stûyê min de jî şikestin bi raporan hatibûn tesbîtkirin."

Di rûniştina dawî ya dozê de ku di 23'ê Îlona 2025'an de li heman dadgehê hatibû dîtin, Dozger xwestibû ku 7 kesên beşdarî êrîşê bûne bên cezakirin û 3 kes jî bên beraetkirin. Tevî ku parêzerê Erkiş anîbû ziman ku divê hemû bersûc ceza bistînin, Dadgerê birêz ê dozê biryar da ku dosya ji bo biryardanê were lêkolînkirin û rûniştin bo roja 23'ê Cotmeha 2025'an saet 11:10an were paşxistin.

E. Erkiş hêvî dike ku di vê dozê de cezayê heqî li kesên beşdarî êrîşê bûne bê birîn û ev tişt wek şermezariyek ji bo Hiqûq û Dadmendiya Komara Tirkiyeyê neçe dîrokê. Wî diyar kir, "Ez wek welatiyekî astengdar û wek mirovek dixwazim ku hemû bersûc cezayê heqê xwe bigirin."

Banga Piştevaniyê ji bo Dozê:

E. Erkiş, bi vê helkeftê, bang li Rêxistinên Mafên Mirovan ên Batmanê, Parlamenterên Batmanê, Çapemeniya Batmanê, Hemû Partiyên Siyasî yên Batmanê, Baroya Batmanê û Hemû Sazî û Rêxistinên Gelê Batmanê yê xwedî wijdan dike ku dozê bişopînin û di 23'ê Cotmeha 2025'an de li kêleka parêzerê wî cih bigirin.

Wî hişyarî da, "Li hemberî rewşa min a astengdar bêdeng nemînin, belkî rojekê ev tişt bê serê we jî..."