Serok Nêçîrvan Barzanî rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên Îtalyayê dubare kir
Serok Nêçîrvan Barzanî rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên Îtalyayê dubare kir
Her di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, êvara îro înê 13/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Guido Crosetto, Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.
Di civînê de pêşxistina peywendiyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariya ewlehî û leşkerî hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên Îtalyayê û rola wê ya çalak di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo fêrkirin û rahênana Hêza Pêşmerge anî ziman.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û pesnê rola Pêşmerge di têkbirina terorê de da.
Pêşhatên ewlehî yên dawî yên navçeyê û metirsiyên terorê, mijareke din a hevdîtinê bû.